ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-17 09:00:00   *Jina Çerkez a bi navê Zehîda Ishaq derbarê çand, huner û komkujiyên ku bi serê gelê Çerkez de hatiye de got:"Hêzên desthildatdar gelê Çerkez bi komkujiyan rû bi rû hiştiye. Ev jî bûye sedema koçberiyê û pirsgirikên mezin. Lê niha bi saya pergala Netewa Demokratîk gelê Çerkez çand û hunera xwe dîsa dijîn û zindî dikin." DÎMEN HEYE   *Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê  êrîşên li ser girtiyan her roj zêde dibin û ji bo sekinandina êrîş û binpekirina mafên girtiyan dewlet bi tu awayî gav navêje. Der barê di rojên  dawî de zêdebûna êrîşên ser girtiyan de Parlementera HDP’ê Pero Dundar axivî.  DÎMEN HEYE   *Kampa Havînê ya Jinan a Tora Parastina Jinan, di 17’ê Tîrmehê de dest pê dike. Di kampê de ji parastina cewherî ya femînîst bigire heta atolyeyê berhemê gelek bername wê pêk bên.   *Îsmet Şeker yê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, kurê xwe li Kobanê winda kiribû û ji ber vê jî dixwest li wir ocaxa tenduristiyê çêbike. Malbata Îsmet, 4 sale li edaletê digere. Keça wî Dîlek Şeker wiha got: “Ez aşkere dibêjim ku ji dadgehê edaletê napêm. Lê em tu car wan ji bîr nakin. Ez ji zarokên xwe re dibêjim ‘Pirsûsê tu car ji bîr nekin.’ Dibe em hîmê wê ocaxa tenduristiyê di pêşerojê de bavêjin.”   * Parêzer Umur Yildirim diyar kir ku dozger emareyên dosyayê dereng şandina Saziya Tipa Edlî, ji ber vê jî dozger guheriye û binpêkirin hene û wiha got: “Di rûniştina yekem de pisporê ATK’ê Mehmet Nurî Aydin mutalaya ‘wê saetê çi karê wê li wir hebû’ amade kiriye. Piştî vê derbarê mutalayê de Odeya Tabîban a Enqereyê ji bo Mehmet Nurî Aydin ji pîşeyê bê menkirin, lêpirsîn dane destpêkirin.”   *Zextên li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê her diçe zêde dibin. Xizma girtî Şukriye Engîn di vê mijarê de axivî û da zanîn ku li dijî binpêkirina mafan divê STK û parêzer biçin girtîgehê û divê raya giştî li dijî van tiştên pêk tên bêdeng nemîne. DÎMEN HEYE   *Di 19’ê Tîrmeha 2012'an de ji bo  Gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû pêngava serketin û meşaleya berxwedanê li hemû deverên welat hat geşkirin. Hêrsa gel ya li dijî desthiladariyê bu lêhiya avê û ber bi azadiyê ve herikî.