Qedexeya Kampa Havînê ya Jinan hat rakirin 2019-07-16 16:30:40   ÎZMÎR - Fermandariya Cendirmeyan a Dîkîliyê, Kampa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve bê lidarxistin bê hincet qedexe kiribû, bi hewldana jinan qedexe hat rakirin.     Kampa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve 3 sal in tê lidarxistin ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê ve bêyî ku tu hincetekê nîşan bide hatibû qedexekirin, piştî hewldana jinan qedexe hat rakirin. Parlamenter, şaredariya Dîkîlî û welatî bi biryarî ji bo rakirina qedexeya kampê di nav hewldanan de bûn û bi ser ketin. Kamp sibêhê dest pê bike û dê heta 21'ê tîrmehê bidome.