Bê hincet Kampa Havînê ya Jinan hat qedexekirin 2019-07-16 15:32:53   ÎZMÎR - Fermandariya Cendirmeyan a Dîkîliyê Kampa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve bê lidarxistin bê hincet qedexe kir.    Kampa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve 3 sal in tê lidarxistin ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê ve bêyî ku tu hincetekê nîşan bide qedexe kir. Tora Parastina Jinan, der barê qedexeyê de li ser hesabê xwe daxuyaniyek weşand.    Daxuyaniya Tora Parastina Jinan wiha ye: “Bi rojane parlamenter, şaredariya Dîkîlî û welatî, dixwazin ku der barê qedexeyê de belgeyeke nivîskî nîşan bidin, lê ev daxwaza me her tim tê redkirin. Îro me bi qeymeqamtiyê re hevdîtin pêk anî, lê bi tu awayî bersiveke erênî ji bo me nehat dayîn. Niha em nêzî 20 jin li avahiya qeymeqamtiyê ne. Heta ku pirsgirêk çareser nebe, em ê ji avahiya qeymeqamtiyê dernekevin. Em niha bi Platforma Jinan a Dîkîlî, parlementer, şaredariya Dîkîlî û hin jinan re hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Bêyî ku em navber bidin em amadekariyên xwe yên kampê dewam dikin. Em bang piştevaniyê li hemû jinan dikin.”   Li aliyê din, hevdîtinên derbarê mijarê de dewam dikin.