Cenazeyên ku li qada operasyonê dihatin sekinandin 44 roj şûnde hatin radestkirin 2019-07-16 14:40:45   AMED - Di 3'ê Hezîranê de di encama pevçûna li Kuçeya Bayirli ya Licê 5 HPG'yîyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo cenazeyên ev 44 roj in li erdê tên sekinandin malbatan serî li ÎHD'ê dabûn. Cenazeyên ku li qada operasyonê dihatin sekinandin 44 roj şûnde hatin radestkirin.   Di 3'ê Hezîranê de di encama pevçûna li Kuçeya Bayirli ya Licê 5 HPG'yîyan jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ferhat Kocakaya (Rizgar Amed) yê HPG'yî piştî operasyonê hatibû girtin. Lê cenazeyên Îbrahim Çelik (Mahir Andok), Abdullah Turhan (Rêber Amed), Omer Demir (Serhildan Mazî) û Yusuf Kayran (Zinar Akro) piştî  44 rojî radestî malbatên wan hatin kirin.