Dê gel Sûrê bi rê ve bibe 2019-07-16 12:43:29   AMED-Dê Şaredariya Sûrê plana stratejîk a ku gel û xebatkar dê di nav de be amade bike.    Dê Şaredariya Sûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) plana stratejîk a ku gel û xebatkar dê di nav de be amade bike. Dê daxwaz û nêrînên gel bê girtin. Derbarê siberoja salên 2019-2024'an de ew ê vizyon û misyon bê avakirin.    Dê li hewşên Sûrê hevdîtin bê kirin   Dê di çarçoveya Plana Stratejîk de Şaredariya Sûrê li avahiyên dîrokî 'hevdîtinên hewşê' bikin. Her wiha dê li gundan jî 'hevdîtinên li qadên gundan' bê kirin. Ew ê civîn pêk bên û nêrîn û pêşniyarên gel bê girtin.    Dê di nava Plana Stratejîk de hevşaredar jî cihê xwe bigirin û tê armanckirin ku ev plana di nava 5 mehan de bê temamkirin. Dê di çarçoveya Plana Stratejîk de lêkolînek berfireh a raya giştî bê kirin.    Armanca Şaredariya Sûrê ew e ku bi beşdarbûnek mezin xebatên hevpar bimeşîne.