Ji bo çûyina Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin 2019-07-16 11:44:56       STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên  Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.    Piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, hemû serlêdanên heya niha parêzeran kirin, bi hincetên cuda hatin redkirin.