1’emîn Konferansa Esnaf û Pîşekaran a Mexmûrê bi dawî bû 2019-07-16 10:32:59   MEXMÛR - 1’emîn Konferansa Esnaf û Pîşekaran a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a bi şaîra “Civakek bê aborî ne gengaz e ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze” hatîbû lidarxistin bi hilbijartina rêveberiyê bi dawî bû.    1’emîn Konferansa Esnaf û Pîşekaran a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a bi şaîra “Civakek bê aborî ne gengaz e ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze” û bi beşdarbûna 150 delegeyan li Eywana Konferansa Mexmûrê hatîbû lidarxistin bi hilbijartina rêveberiya nû ya ku ji 8 kesî pêk hat,  bi dawî bû. Di konferansê de nîqaş hatin kirin, rapor hat xwendin, pêşnûme qanûn û rêzikname hatin xwendin. Axaftina girtinê ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Cîhan Ciya ve hat kirin. Cîhanê got:" Ji bo ku em bikaribin pirsgirêkên heyî çareser bikin me projeyek demdirêj ya çareseriyê daye pêşiya xwe û bi lidarxistina konferansê jî em van pirsgirêkan çareser dikin. Pêwîst e hevalên Esnaf civaka exlaqî û polîtîk bingeh bigire."   1’emîn Konferansa Esnaf û Pîşekaran bi dirûşmên: "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.