Li Silopiyayê 5 santralên termîkê yên nû tên çêkirin! 2019-07-16 09:05:09   ŞIRNEX - Santrala termîkê ya aydê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, hat zanîn ku ew ê li Silopiyayê 5 santralên termîkê çê bikin.   Santrala termîkê ya aydê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, hat zanîn ku ew ê li Silopiyayê 5 santralên termîkê çê bikin. Santrala termîkê ya aydê Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, li navçeya Silopî ya Şirnexê dibe sedema komkujiya xwezayê û jiyana jiyana mirovan tehdît dike. Santral di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê de hatiye çêkirin. Her du girên herî mezin ên Cudî ku her sal ji ber operasyonan şewatên mezin lê derdikevin jî li ber tunebûnê ne. Qadên Çiyayî roj bi roj tên tunekirin.   Qadên jiyanê tên tunekirin   Li her 2 girên faalîyetên madenê ji sala 2008’an heta niha lê tê meşandin, heta îro gelek darên wê hatin birîn û pezkovî jî tê de qada jiyana gelek zindiyan hat tunekirin. Di rêvebirina dezgeha madenên vekirî de xebatên ku tên meşandin bi sedan kamyon û kepçe tên bikaranîn û qada madenê roj bi roj her ku diçe fireh dibe. Her wiha bê navber dînamît tên teqandin. Ji ber dînamîkên ku bê navber di qada madenê de tên teqandin û ewrên tozê yên ku çê dibin welatiyên gundên derdorê û navendê bi bandor dibin.        Li herêmê rêjeya dil û pençeşêrê zêde bûne   Santralên termîkê ku bandorê li jiyana mirovan dike, di dema hilberînê de gazên cuda berdide hewayê. Madeyên wek kerkûd û azodê  dibin oksîd û piştî ku tevlî hewayê dibe vê carê dibe sedema nexweşiyan. Lê zirarên santralên termîkê bi tenê ne ev in. Di derdorê de nebat û sewalên ku hene dema vê hewayê dikişînin gelek ziraran dibînin. Ji xeynî van jî baranên asît û xwelî li daristanan, araziyên çandiniyê û dema digihîje sewalan dibe sedema texrîbadan. Di encama van de cureyên nexweşiyên pişikê zêde dibe, krîza dil û nexweşiyên pençeşêrê jî zêde bûne.     5 santralên termîkê yên nû dîsa dê bên çêkirin!   Ji aliyekî dinê ve jî santralek termîkê di navbera bajarokên Gîte û Bêspinê û santrala duyem jî ku li Botaşê hatiye çêkirin. Hat zanîn ku îhaleya  santralên termîkên nû derketiye. Santarala 3’emîn li gundê Bilhayê, santarala 4’emîn li herêma Hîsarê ya di navbera Silopî û Cizîrê de, santrak 5’emîn nehat zanîn ku li ku tê çêkirin. Her wiha li gor agahiyên hatin bidestxistin dest bi çêkirina santralên termîkê hatine kirin.   Li gel santralê perwerde tê dayîn!   Li gel santrala termîkê kanên madenê hene û ev jî zirara ku dide xweza û mirovan du qat zêde dike. Dibistanek ku li gel santralan heye xetereyê mezin dike. Gelê Silopiyê, diyar kir ku jinên ducanî  pitikên xwe winda dikin, nexweşiyên dil û pençeşêrê zêde bûne û xwestin ku santral bên sekinandin.   Xwediyê Koma Cînerê Turgay Cîner e!   Her wiha ji aliyek dinê ve jî serokê Koma Cîner ê bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, xwediyê Haberturk TV Turgay Cîner e.   Karesata Çernobîlê tîne hişê mirovan   Li Silopiyê ji ber santral termîkan nexweşî û mirinên ku zêde dibin, karesata Çernobîlê ya di 26'ê Nîsana 1986'an de li nêzî bajarê Prîpat a Komara Sosyalîsta Sovyetê ya ku girêdayî Yekîtiya Sovyetê ye pêk hat de  bi hezaran mirov jiyana xwe dest dabûn tîne hişê mirovan.