2'emîn Mîhrîcana Şehîd Stêrvan li Kobanê hat lidarxistin 2019-07-15 19:35:57   KOBANÊ - 2'emîn Mîhrîcana Jinên Ciwan ya Şehîd Stêrvan bi dirûşmeya "Şoreşa 19'ê Tîrmehê Deryaya Hûner û Azadiya Jinên Ciwan e" li nav daristanên Kobanê hat lidaxistin.   Bi tevlîbûna Jinên Ciwan li  Bakûr û Rojhilatê Suriyê, bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dirûşmeya "Şoreşa 19'ê Tîrmehê deryaya Huner û Azadiya jinên Ciwan e" li nava daristanên Kantona Kobanê 2‘ emîn Mîhrîcana jinên ciwan dest pê kir.   Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Sozdar Mihemed, li ser navê Kongreya Star Almaz Romî  û li ser navê YPJ'ê Sozgîn Lihênî hat kirin û vê Mîhrîcan di serî de li Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û Gelê Kurd pîroz kirin.    Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Sozdar Mihemed axivî û got: "Bi 19'ê Tirmehê re jinên ciwan îlham girtin û îro jî têkoşîna wan di hemû qadan de berdewame ji ber ciwan dînamika civakê ne".   Endama Koordînasyona Kongreya Star  Almaz Romî axivî û wiha got: "14'ê Tirmehê ji me re bû çavkanî ku em jî şoreşa 19'ê Tirmehê bi ser bixînin. Baweriya me ew e ku em rêxistina xwe mezintir bikin. Hêviya me ew e ku ev mîhrîcan bibe yekbûyîna tevahî jinên ciwan û di rêya şoreşê de serkeftinê bi dest bixînin. Îro yên ku pêşengtî bikin û xwediyê axa xwe derkevin ciwan in, loma divê ciwan herî zêde xwedî li vê şoreşê derkevin û agirê wê geş bikin. Îro berxwedaniya Kobanê bi destê jinan bi serket û YPJ'ê di nava vî şerî de bûn mertal da ku em van rojên azad bijîn, erka me ew e ku em tola têkoşerên azadiyê hildin û xebatê xwe mezin bikin."   Li ser navê Yekîneyên Parastina Jin Sozgîn Lihênî axivî û wiha got: "19'ê Tîrmehê li tevahî gelê xwe pîroz dikin, bi nave YPJ'ê em vê mîhrîcanê jinên ciwan pîroz dikin. Ev roj ji bo me pir bi wate ne, ji ber ku weke jin me li vir gavên ber bi azadiyê dest pê kir. Hêzê xwe bi rêxistin bikin. Rastiya şoreşa Rojava weke YPJ'ê bi keda jin û jinên ciwan gihîş vê astê."   Di mîhrîcanê de Kevana Zêrîn hunerê xwe pêşkêş kir. Her wiha lêyistokên weke futbol, Voleybol, danasîna folklora Minbic ya şerkesan, şano, govenda Kobanê, dengbêjî û dana Erebî Ermenî hat pêşkêş kirin.   Mîhrîcan bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.