Li Hewlêrê li ser pirsgirêkên jinan semîner hat lidarxistin 2019-07-15 14:32:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Semînera ku li Hewlêrê hatî lidarxistin de jinan bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên rojanê û tevlîbûna jinê ya qada siyasetê. Jinan da zanîn ku 3 wezîrên jin hene lê divê rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 kêmtir nebe.    Li Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Mesele ve semînerek li ser tevlîbûna jinan ya di navendên biryar girtin û xizmetdayînê de hat dayîn. Di semînerê pirsgirêkên jinan a ku di nava civakê de rû bi rû dimînin hat nîqaşkirin.    Di semînerê de behsa pirsgirêkên ku jin rojane rast tên hatin nîqaşkirin. Her wiha encamnameya ku di semînerê derketî dê radestî berpirsên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê were kirin. Jinan di nîqaşên xwe de bal kişandin ser 3 wezîrên jin. Jinan diyar kir ku ev rêjeya ku derketî holê ne li gorî daxwazên jina ne, ji ber ku jinan dixwest rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 kêmtir nebe.