Li Beyrûdê 2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyeyê tê lidarxistin 2019-07-15 13:31:05   BEYRÛD - Li Beyrûdê bi tevlîbûna siyasetmedarên jin, bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" 2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Suriyê tê lidarxistin. Jin dê di kongreyê de li ser rol û pêşengiya jinan nîqaşan bikin û plansaziya pêşerojê derxin.    2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" li Beyrûdê îro tê lidarxistin û kongre dê 3 rojan bidome. Gelek sazî û dezgehên jinan tevlî kongreyê dibin. Di nav vê kongreyê de beşdarbûneke taybet ji şandeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Buroya Jin a MSD'ê, Kongreya Star û Partiya Sûriyê Pêşerojê hene. Her wiha sazî û rêxistinên wekî Rêxistinên Jinan ên Sûriyî yên Navenda Civaka Sivîl û Demokratîk (CCSD), Komeleya Mirovan (CL), Kombûna Jinên Sûriyê yên Demokratîk (CSWD), Komeleya Jinên Sûriyê yên Aştiyane (SWFP), Rêxistina Jin a Hîvos tevlî kongreyê dibin.    'Ji bo azadî û aştiyê dê nêrînên xwe bikin yek'    Jinên ku tevlî kongreyê dibin dê ji bo aramî û aştiyê nirxandinên xwe bînin ziman. Li Sûriyeyê jin rola xwe di pêşengiya qadên siyasî, civakî û aborî de ji sala 2011'an heta îro ji sedî 30 zêde kirin. Ji bo demokrasiya tevahiya civakê, çareseriya pirsgirêkan û di pêşveçûna aştiyê de plan û stratejiyên hevbeş ên jinan di hevpeymanan de xwedî bi biryar bûn û ev tişt ji bo jinê gelek girîng bû. Ji bo xurttir beşdarê qadên siyasetê bibin divê nerînên jinan ji bo azadî û aştiya tevahiya jinan bibin yek û jin li ser vê esasî dê kongreyê de nîrxandinên xwe bikin û nêrînên xwe bînin ziman.    'Rol û pêşengiya jinê bê nirxandin'   Armanca li dar xistina Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê wiha hat bi rêzkirin: "Ji xwe armanca li darxistina vê kongreyê tê wateya sûdê ji berhem û pisporiya jina Sûrî ya di warê pratîkê de di nava navendên ku lê xebat dikin de bê girtin. Her wiha ji bo tevahiya rêxistinên jinan a li Sûriyeyê vekirina rêyên fireh a qada siyasetê tecrûbe bên parvekirin. Li ser zêdebûna beşdariya jinên Sûriyê di nava guftûgofên siyaseta li Sûriyê bê nirxandin. Di qadên civak û jiyanî de xurtkirina rola jin û pêşengiya jinê dê kongreyê de berfireh bên nîqaşkirin."   Her wiha 2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyê ya ku bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" li Beyrûdê tê li darxistin de ev mijar dê bên nîqaşkirin;    * Peydakirina rewşeke guncaw ku jin bikaribe beşdarî tevger û xebata siyasî bibe.   * Zehmetiyên tevlîbûna  jin ji siyasetê re û asoyên wê.    * Beşdarbûna jinê ya hilbijartina Sûriyeyê de.    * Rola civaka sivîl di beşdarbûna jin ji qada siyasetê re.   Di nav 3 rojan de di kongreyê de 10 maseyên cuda yên nîqaşan bên vekirin. Maseyên ku bên wekirin wiha ne;    Roja yekem:    * Di maseya 1'emîn de wê li ser peydakirina rewşeke guncaw ku jin bikaribe beşdarî tevger û xebata siyasî bibe wê were vekirin.    *Di maseya 2'yemîn de wê li ser zehmetiyên tevlîbûna  jin ji siyasetê re û asoyên wê be.    * Di maseya 3'yemîn de dê ev herdû mase nîqaşên xwe bi hevre guftûgo bikin.   *Di maseya 4'emîn de wê raporeke hevbeş ji encamên nîqaşan li ser xebat were derxistin.    Roja dûyem:    *Di maseya 5'emîn de xala beşdarbûna jin di destûrê Sûriyê de û hilbijartinan de were nîqaşkirin.    *Di maseya 6'emîn de rola civaka sivîl di beşdarbûna jin ji qada siyasetê re were vekirin.   *Di maseya 7'emîn de nîqaşên van xalên herdû masan were pêşxistin.   *Di maseya 8'emîn de wê raporeke hevbeş ji encamên nîqaşan li ser xebat were derxistin.   Roja sêyem:     * Di maseya 9'emîn de wê encamnameya kongreyê bê pêşkêşkirin.   * Di maseya 10'emîn de wê planên pêşerojê û nirxandina vê kongrê were kirin.