'Jinên Lûbnanê têkoşerên 14 'ê Tîrmihê bi civînekê bibîranîn' 2019-07-15 12:22:50   BEYRÛT - Bi boneya salvegera bîranîna têkoşerên  14'ê Tîrmihê jinên Kurd yên Kongreya Star li Lûbnanê bi civînekê berxwedana têkoşerên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.   Li Beyrûtê bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna bi dehan ji jinên sazî û dezgehên civakî yên li Beyrûtê, têkoşerên azadiyê yên  berxwedana 14'ê Tîrmehê bi civînekê hatin bibîranîn. Civîn li navenda Kongera Star pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Netewî Xemgîn ve hat birêvebirin.       'Erkê têkoşînê bi  jinên têkoşer didome'      Netewî  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rihê têkoşerên azadiyê û wiha got: "Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmihê em hemû qehremanên axa Kurdistanê bi bîr tînin. Em tim di dilsoziya xeta van têkoşeran de ne. Ev kesayetên ku xeta azadî û parastina  doza gelê xwe  ji xwe re hilbijartine divê di kesayeta wan de ji bo welatê azad  em têkoşînê bikin."   Netewî herî dawî qala rêka têkoşerên azadiyê kir û wiha domand: "Di hundirê Tirkiyeyê de tu mafê netewan tune ye, mafê mirovan tê binpêkirin ji bo wê jî qehremanên 14'ê Tîrmihê ev koletî qebûl nekirin. Di nava şerdên zehmet de têkoşerên tîrmehê li berxwe dan. Di rewşek dijwar de şoreşa me dest pê kir. Ji bo wê jî erk û berpirisyartiya berdewamiya têkoşînê dikeve li ser milê me. Wekî jin, em ê wê çaxê bikaribin tolhildana van têkoşeran hilgirin û di Kurdistanek azad de bijîn."   Civîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.