1’emîn Konferansa Esnafan û Pîşekaran li Mexmûrê dest pê kir 2019-07-15 12:14:42   MEXMÛR - 1’emîn Konferansa Saziya Esnaf û Pîşekaran bi dirûşma “Civaka bê aborî ne gengaz e ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze” li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dest pê kir.   1’emîn Konferansa Saziya Esnaf û Pîşekaran bi dirûşma “Civaka bê aborî ne gengaz e ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze” Eywana Konferansê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna 150 delege û endamên sazî û dezgeyan dest pê kir. Konferans bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir.    'Divê em Kurd li dijî planên qirêj her li ser piya bin'   Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa gel Huseyn Kara ve hat kirin. Huseyn got:"Em di destpêkê de di kesayeta Şehîd Diyar Xerîb û şehîdên tîrmehê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em vê konferansê di destpêkê de li avahîsazê azadiyê Rêber Apo û hemû şervanên azadiyê û gelê welatparêz pîroz dikin. Em ji bo hemû esnafan serkeftinê dixwazin. Em di nava pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin. Bi taybet di van demên dawî de dagirkeriya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. PDK baregehên xwe teslîmî dewleta dagirker ya Tirk dike û sîxurtiyê jê re dike.  Dewleta Tirk tengasiyên mezin dijî. Ger Tirk ji plan û pirojeyên xwe yên qirêj venegere aqubeta dewleta Tirk û Erdogan wê wek ya Seddam bibe. Divê em Kurd li dijî planên qirêj her li ser piya bin."   'Geşbûna aboriyê dibe bingeha çareseriya gelek pirsgirêkan'   Huseyn herî dawî wiha got:"Ev konferans ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî hat lidarxistin. Bi taybet delegêyên amade ji bo çareseriya pirsgirêkan divê di nava hevgirtinekê de bin. Aboriyek kominal û demokratik wê çawa were avakirin li gor wê xebatên xwe divê bidin meşandin. Geşbûna aboriyê dibe bingeha çareseriya gelek pirsgirêkan. Loma divê em bi taybet aboriya xwe geş bikin."   1’emîn Konferansa Saziya Esnafan bi nirxandinan dewam dike.