Li Qamişloyê têkoşerên berxwedana 14'ê Tirmehê hatin bibîranîn 2019-07-15 09:43:03   QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Me bi rihê 14'ê Tîrmehê dest pê kir em ê bi rihê 14'ê tîrmehê bi ser bikevin" Li Kantona Qamişloyê salvegera Têkoşerên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi merasîmekê hat bibîranîn.   Bi dirûşmeya "Me bi rihê 14'ê Tîrmehê dest pê kir em ê bi rihê 14'ê tîrmehê bi ser bikevin" Sazî û dezgehên Kantona Qamişloyê salvegera têkoşerên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi merasîmekê bi bîr anîn. Her wiha bi tevlîbûna bi sedan Malbatên Şehîdan, Sazî û dezgehên Navçeya Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Rimêlan û Til Koçer yên girêdayî Kantona Qamişlo li Hola Aram Tîkran ya Çand û Hunera Bajarokê Rimêlanê amade bûn.    Merasima bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî û got: "Têkoşerên 14'ê Tirmehê berxwedanek pir mezin dan meşandin. Berxwedana ku li zindana Amedê hat meşandin li her derê cîhanê deng veda. Tevî ku zor û zehmetî didîtin dest ji riya azadiyê bernedan. Em soza şopandina riya têkoşerên azadiyê nû dikin."   Paşê li ser giyana 14'ê Tirmehê sinevîzyon hat pêşkêşkirin. Merasîma bîranînê bi stranan bi dawî bû.