Jinên Herêma Federel a Kurdistanê hejmara tevlîbûna jinan a kabineyê qebûl nekirin 2019-07-15 09:11:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de ji 17 wezîran tenê 3 wezîrên jin hen. Çalakvanên mafên jinan dixwestin rêjeya tevlîbûna jinan bibe ji sedî 30.    Di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de ji 17 wezîrên mêr û tenê 3 wezîrên jin hene. Ev yek ne bi dilê jina ne. Jinan dixwestin rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 be. Lê tenê ji sedî 14 tevlîbûn pêkhat. Ji bo vê niha jin hewl didin jin di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin.   Komek çalakvanên mafên jinan diparêzin beriya çend mehan bi armanca jin ji sedî 30 tevlî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bibin, xebatek dabûn destpêkirin. Koma jinan ji bo ku bigihin armanca xwe, serdana gelek aliyên siyasî yên tevlî hikûmetê bibûn kirin. Jinan daxwaz ji aliyên siyasî kiribûn ku di pêkanîna kabîneya hikûmeta nû de rengê jinan diyarker be. Lê di kabîneya hikûmetê de tenê 3 jinan cihê xwe girtin.   Yek ji endama koma jinan Rêzan Şêx Dilêr ji Rojnewsê re axivî û bal kişand ser balkêşiya tevlîbûna jinan ya di kabîneya nû de û wiha got: “Tevlîbûna jinan ya di hikûmetê de ne li gorî ku me dixweste. Ji bo vê em ê ji bo ku jin cihê xwe di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin hewl bidin.”   Rêzan da zanîn ku her çiqas li gorî ku dixwestin jin di nava kabîneya nû de nîne, lê ji kabîneyên berê baştire û wiha pêde çû: “Herêma Federal a Kurdistanê di aliyê tevlîbûna jinan ya di saziyên hikûmetê de, ji Iraqê baştire. Ji ber ku di nava Meclîsa Wezîrên Iraqê de tenê yek jin jî nîne. Herwiha ji ber ku cara yekem seroka parlamento bûye jin, em gelek kêfxweşin. Ji bo vê seroka parlamentoyê dikare ji bo çareser kirina pirsgirêkên di nava civakê de rolek girîng bilîze.”   Herî dawî Rêzanê wiha got: “Em ê hewl bidin di dema bê de bi rêya parlamentoyê rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 bibe yasa. Di bernameya me de heye ku em konferanseke derbarê rolê jinan de lidarbixin. Em ê di wê konferansê de pêşniyarên xwe pêşkêşî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bikin.”