‘Em ê xwedî li deskeftiyên xwe derkevin’ 2019-07-15 09:07:27   Rengîn Azîzoglu   ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz xebat û projeyên xwe vegot û wiha got: "Di 2014’an de jî hevşaredarên jin hebûn di 2019’an jî hevşardarên jin hebûn. Me di encama têkoşînan de ev bi dest xist. Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û rêxistinbûna xwe mezin bikin."   Hevşaredara HDP’ê ya Êlihê Songul Korkmaz der barê xebat û projeyên xwe de nirxandin kir. Songulê diyar kir ku di meclîsa şaredariya Êlihê de bi wê re 16 jin cih digirin û got ew 16 jin tên cem hev û di mijara ku li bajar bi îdeolojiya jinan dikarin çi bikin hûr dikin. Songulê wiha got: “Em hemû xebatên xwe bi vî awayî pêk tînin.Meclîsa me piranî ji jinan pêk tên. Em hewl didin li bin banê şaredariyê li ser zayenda civakî perwerdeyê bidin. Me di vê mijarê de xebat da destpêkirin. Em bi civakê re di nava hev de ne.”   ‘Em ê kompleksa jinan bînin rewşa berê’   Songulê bi lêv kir ku ji bo Êlihê bi gel re bi rê ve bibin hewce heye ku gel esas bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel berpirsyariya xwe zêdetir aniye cih. Niha dor ya me ye. Em bi vê hişmendiyê tev digerin. Me biryar da ku em sînemaya Yilmaz Guney ji nû ve çêbikin. Gel ev erênî dît. Em ê kompleksa Sporê ya Jinan ku piştî qeyûm hatibû girtin, ji nû ve vebikin.”   ‘Em ê bazara jinan bikin jiyanê’   Songulê destnîşan kir ku bazara taxê ya jinan ya beriya qeyûm hatibû vekirin jî, piştî qeyûm hatiye tevlihevkirin û got: “Ji bo ev bazar dîsa tenê bibe bazara jinan me dest bi xebatan kir. Em dibînin ku li Êlihê hewcedarî bi bazarek jinan heye. Em ê di demek kurt de vê bikin jiyanê. Her wiha em ê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîsê ya hatibû girtin jî vebikin û li taxan jî şaxên Navenda Piştevaniya Jinan a Selîsê vebikin. Em her wiha hedef dikin ku kreşên pir zimanî vebikin. Em dibînin ku pêdivî bi pirzimaniyê heye. Êlih di alî mijara ziman de bajarekî dewlemend e. Ji ber vê divê zarok xwe bi zimanê xwe vebêjin. Ji bo zarokan afirandina derfetan peywira me ye. Em ê ji bo ciwanên ji bo zanîngehê xwe amade dikin jî ‘malên zanînê’ ava bikin. Em ê her tim xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û rêxistinbûna xwe mezintir bikin.”