'Paqijî nîşaneya şaristaniya bajêr e' 2019-07-14 16:14:04   Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ- Bi armanca belavkirina çanda paqijiyê li kolanên bajar û malan, Kongreya Star dest bi hemleya paqijiyê kiriye.    Paqijî ne tenê paqijiya kolanan e paqijiya ruh, beden û fikrê mirovan ji nexweşiyan e. Bi pêşengtiya Kongreya Star li navçeya Tiltemir ya girêdayî Kantona Hesekê hemleya paqijiyê hatiye destpêkirin û ji her hefteyê carekê kolanên bajar ji aliyê Endam û Rêveberiyên Sazî û Meclisên bajar ve her wiha Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn(Asayîş)Trafîk û Hêza Hawarî ve, tê paqijkirin.    Hemle ji Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê dike û li kolanên bajar belav dibe. Her endam û rêveberiyek alavên paqijiyê hildigrin û dest bi erkê xwe yê ketiye ser milê wan dikin. Derbarê vê hemleyê de Endam, Rêveber û Hevseroka Meclisên Navçeya Til Temirê axivîn.   'Paqijî nîşaneya şaristaniya bajêr e'   Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demoqratîk (KPC-D) Sena El-Casim teqez kir ku paqijî erkê her mirvekê/î ye û wiha dom kir:"Her roja Yekşemê roja paqijiyê ye. Divê em navçeya xwe paqij bihêlin da ku şaristaniya wê xuya bike. Ne ku kedkarên şaredariyê erka xwe pêk naynin ango kêm in, lê erka me ye jî ku îro em bi destên xwe bajarê xwe paqij bikin. Paqijî tiştekî ji me kêm nake, lê berovajî wê hîn bêtir rihê mirovan zindî dihêle. Paqijiya kolanên bajarê me paqijiya mala me ye jî."   'Paqijî paqijiya ruh, beden û mejî ye'   Şemsa Ridwan jî Endama Mala Jinê ye cihê xwe di hemleyê de girtiye û wiha dibêje:"Paqijî ne tenê ku em çopê taxê xwe rabikin ango devereke din paqij bikin. Paqijî paqijiya ruh, beden û mejiyê mirovan e, divê di destpêkê de mirov mejiyê xwe paqij bike. Em hewl didin ku çanda paqijiyê li tevahî bajaran belav bibe."   'Paqijî çanda netewa demokratîk e'   Hevseroka Meclisa Federal a Navçeya Til Temir Nazlîcan Emîn jî diyar kir ku paqijî mirovan ji nexweşiyan diparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Paqijî çanda netewa demokratîk e, divê her kes li gorî wê yekê tevbigere navçe, tax, kolan û malê xwe paqij bike. Bedewbûna bajar di paqijiya wê de ye. Paqijî mirovan ji nexweşiyan jî diparêze, divê tevahî gel li gorî vê zanebûnê tev bigere."   Hêjayî bi bîrxistinê ye ku her roja Yekşemê Endam, Rêveber û Hevserokên Meclis û saziyan kolanên navçeya Til Temirê paqij dikin ku xweşikbûna wê diyar bibe.