Li Wanê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da 2019-07-14 12:19:04   WAN - Sîbel Varli ya li Erdîşê bi rêk û pêk rastî tundiyê dihat, bi şik û guman jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Erdîş a Wanê, Sîbel Varli ya 23 salî, berî 2 rojna bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên malbatê, Varli ya dayika du zarokan û ziwicîbû, ji ber ku bi rêk û pêk rastî tundiya hevjînê xwe dihat, dixwest hev berdin. Malbatê, da zanîn ku Sîbel berî jiyana xwe ji dest bide, bi hevjînê xwe re nîqaş kiriye.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa Jinan û şandeya pê re çûn teziya Sîbel. Jinan di teziya Sîbel  de sersaxî ji malbatê re xwestin. Parlementer Mûazzez , dûre axaftinek kurt kir.     Mûazzez , diyar kir ku dinava mehekê de, li Wanê du jin ber bi întîxarê ve hatin rêkirin û wiha got: “Em van mirinan weke întîxarek ji rêzê nagirin dest. Sedem û kesên ku jinan ber bi întîxarê ve dibin hen. Ev hemû întîxwar kuştinên jinane û cinayetin. Piştî mirina Sîbel Varli jî, gelek gumanên cuda hene. Em ê şopdarê vê bûyerê bin. Piştî lêkolînên edlî û otopiyê, emê raya giştî bi awayekê berfireh agahdar bikin.”    Li aliyê din, Canan Akar a li taxa Paçan a navçeya Peyîzava dijiya jî, di 2’yê Tîrmehê de, bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da bû.