3 zarokên ku ketibûn bendavê agahî ji wan nayê girtin 2019-07-14 10:38:01   COLEMÊRG - Agahî ji 3 zarokên ketin Bendava Dîlîmlî ya navçeya Geverê nayê girtin.   Li navçeya Guver a Colemêrgê, du birayên hev Olcay û Orçûn Ûlalî yên 13-15 salî û Mesûc Buyuksû yên ketin Bendava Dîlîmlî, agahî ji wan nayê girtin. Ji ber ku zarok venegeriyan malê, malbatê dest bi lêgerîna wan kir. Malbatên ku kincên zarokên xwe ber keviya bendavê dîtin, agahî dan cendirmeyan.   Ji şevê din ve malbat û welatî, li ber keviya bendavê radiwestin û li benda agahiyekê ne. Ekîbên tenduristî, cendirme, AFAD û agirkuj di saetên serê sibê de, hatin cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerînê kirin.