ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-14 09:00:00   *Delal Uruç ku karê tamîra maşîneyan dike xeyala xwe ya zarokatiyê bi cîh anî. Delal got ku ji bo hêza ku hatî veşartin derkeve holê, tenê xwestin bes e û wiha axivî: "Dixwazim cihekî tenê jin te de dixebitin vekim." DÎMEN HEYE    *Şikeftên Birkleyn yên li Licê ye û bi mezinahiya xwe hemû kesî heyran dihêle bi hatina havînê re ji gelek turîstên herêmî û biyanî re malovaniyê dike.   *Doç Dr. Alper Şener diyar kir ku yek ji rîska herî girîng a nexweşiya diyabetê birînên lingan yên diyabetîkin û got rîska derketina birînên diyabetîk yên lingan a nexweşên şekir ji sedî 34 e.   *Helîn Oncu ku di dema qedexeyên derketina derve de birîndar bû û piştre hat dermankirin, piştî dermankirinê ji sûcê ‘yekitiya welat xera kiriye’ lêpirsîn hat vekirin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Parêzerên wê biryara ceza birin dadgeha îstînafê.   *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku sernavên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îfade kiriye yên wekê ‘lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakera demokratîk û aştiya bi rûmet’, sernavên ku Tirkiyeyê di alî siyasî, civakî û aborî de rehet bike gelek girîngin û wiha got: “Pêvajo divê bi rê û rêbazên nû bê bilindkirin û daîmkirin."   *Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Mala Jinê tekoşîneke mezin meşand û di nava civakê de bû xwedî rolek bi bandor. Her cureyên pirsgirêkan bi rêya nîqaş û komîteya lihevanînê çareser dibe. Jinên ku xebata Mala Jinê bi rê ve dibin gotin: "Mala Jinê cihê heq û hiquqê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkan û alîkariya jinê dixebite."DÎMEN HEYE