Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federal dibe 2019-07-13 16:11:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku dê TSK bi piştgiriya îstîxbarata Iraqê û PDK’ê operasyona ji Biradost û Xakûrkê heta sînorê Barzan berfireh bike.    Operasyona “Pençe” ya ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 27’ê gulanê de li dijî qada Biradostê ya Herêma Federal a Kurdistanê da destpêkirin bi bombebarana hewayî û bejahiyê didome. Wezareta Parastinê ya Netewî (MSB) daxuyanî da û bêyî ku navê herêmê bide bi navê “Operasyona 2 Pençe” hatiye berfirehkirin û diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de tugaya komandoyan ketiye tevgerê.     Di daxuyaniya MBS’ê de hat gotin dê operason bi desteka îstîxbarata hêzên herêmî û leşkeriyê di operasyoneke berfireh de peyman pêk hatiye. Tê gotin ku dê bi desteka îstîxbarata Iraqê û PDK’ê operasyona ji Biradost û Xakûrkê heta sînorê Zaxo-Barzanê berfireh bike. Her wiha tê gotin ku ev peyman di hevdîtinên rayedarên Iraq, PDK û Tirkiyeyê yên çend rojên dawî de pêk hatiye. Tê gotin ku TSK, IRAQ, PDK û YNK dest dane destên hev û operasyonê pêk bînin.