Dayikên Şemiyê: Kujerên zarokên me bibînin 2019-07-13 15:00:30   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 746'an de kom bûn û aqûtabeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk pirsîn. Masîde Ocak diyar kir ku 25 sal in hiqûq pêk nehatiye û dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin.   Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku hatine kuştin û bi zorê hatine windakirin hîn bibin, di hefteya 746'an de hatin gel hev. Malbatên ku xwestin li Qada Galatasarayê dîsa li hev kom bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê neçar man ku daxuyaniya xwe li kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê lê ye bidin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Oya Ersoy û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan malbatan.   Kesên tevlî çalakiyê bûn, tîşortên ku wêneyên kesên winda li ser wan bûn li xwe kirin û bi wêneyên windayan û qurnefîlan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûtabeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ku di 10'ê tîrmeha 1994'an de piştî hatibûn binçavkirin hatibûn windakirin, hat pirsîn. Daxuyaniyê Endama Komîsyona Windayên Binçavan a ÎHD'ê Masîde Ocak da.    'Dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin'   Masîde, diyar kir ku şeva 10'ê tîrmeha 1994'an 4 kesên rûpoş bi ser mala Îbrahîm Çelik de girtine û wiha got: "Bi hinceta nîşandana cih Îbrahîm bi xwe re dibin. Ji ber ku bi birina bavê xwe bi guman e kurê wî Edîp Çelîk jî dide dû wan. Ji ew rojê ve agahî ji bav û kur nayê girtin. Hevjîna Çelîk Merese Çelîk ji bo dîtina wan serî li emniyet û cendirmeyan dide û derbarê hizbullahiyên bi navê Talat Ruzgar, Îlhan Onuk, Azîz Onuk, Resûl Guneş û Çetîn Dûrsûn de jî li dozgeriyê serlêdana sûc dike. Lê hemû serlêdanên wê bê encam mane. 25 sal in di dosya Îbrahîm û Edîp Çelîk de hiqûq pêk nayê. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin."   'Çima zarokên me kuştin'    Piştî Ocak Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28'ê tîrmeha 1993'an de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û diyar kir ku 25 sal in li edaletê digerin. Tepe di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Em 25 sal in li windayên xwe digerin. Me destê xwe dirêjî edaletê dirêjî wan dikin lê ew destê xwe dirêjî me nakin. Çima zarokên me kuştin? Çima qetil kirin? Gunehê zarokên me çibû? Me heta îro têkoşîna wan domand û dê bidomînin jî. Em heqîqet û edaletê dixwazin. Bang li kesên berpirsyar dikim gelo çima me nagirin Qada Galatasaray? Me wêneyên zarokên xwe digirt û bi awayekî bêdeng rûdiniştin. Em Qada Galatasaray dixwazin. Em lêgerîna kujerên zarokên xwe bidomînin. Em daxwaz ji dewletê dikin ku kujerên zarokên me bibîne û wan bi darizîne."