Li Şehbayê pêşbirka werzîşê hat lidarxistin 2019-07-13 13:04:41   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Li Kampa Serdemê bi alîkariya Desteya Ciwanan û Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê ve pêşbirkek hat lidarxistin. Kesên ku tevlî pêşbirkê bûn da zanîn ku çi dibe bila bibe hêz û baweriya xwe ya domandina jiyanê herdem bilind e.    Li Kampa Serdema a Efrînê bi alîkariya Desteya Ciwanan û Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê ve bi dirûşmeya "Bi rûhê Şehîd Zîlan û Berxwedaniya Tîrmehê Serkeftina Berxwedaniya Serdemê Mîsoger e"  pêşbirkek hat lidarxistin. Endamên û nûnerên sazî û dezgehên sivîl, endamên komînan û her wiha endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî pêşbirkê bûn. Pêşbirk bi rêzgirtinê dest pê kir, hevseroka Meclîsa Kampa Serdem Raperîn Xelîl axivî û diyar kir ku berxwedana li Şehbayê ji hemû dewletan re bibe bersiv, ji ber ku li gel zor û zehmetiyan efrînî li Şehbayê berxwedaniya xwe didomîne.   Dîmên rengîn derketin holê    Di pêşbirkê de hemû şêniyên kampê bi temenên cuda cihên xwe girtin, her wiha lîstokên wekî; bez, bezê ji 100 metreyî heya 400 metreyî û beza 2 kîlometreyî jî hebû û her wiha kişandina werîsê jî di pêşbirkê de cih girt. Di pêşbirkê de dîmênên gelek rengîn derketin holê. Tevlîbûn û kêyfxweşiya kesên ku tevlî pêşbirkê bûn hejayê gotinê ye. Her wiha jinên ku ku beşdarî pêşbirkê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.   'Werzîş ji bo tenduristiya mirovan baş e'   Jina bi navê Selîme Memo, ji ber tevlîbûna xwe ya werzîşê bi kêyfxweş e û diyar kir ku werzîş ji bo tenduristiya mirovan baş e, ev jî cihê moralê ye. Selîme da zanîn ku li gel temen mezin in jî dîsa ji bal dikişîne ser girîngiya kirina werzîşê.    'Bi hêz û baweriyê em ê jiyana xwe bidomînin'   Selwa Ismaîl a ji Efrînê di axaftina xwe de bal kişand ser hêviya xwe û wiha got: "Bi tevlîbûna me ji pêşbirkê re cihê serkeftinê ye. Çi dibe bila bibe hêz û baweriyê em ê jiyana xwe bidomînin herdem bilinde."   'Li her deverê berxwedana me didome'   Wefa Mustefa hêstên xwe wiha parvekir û got: "Em li her deverê çalakî û berxwedaniya xwe didomînin. Me cihê xwe di kişandina werîsê de girt û bi serketine. Em bi ruhê hevaltiyê li vir dijîn."   Di dawiyê pêşbirkê de kesên ku serkeftin ji hêla Desteya Ciwanan, Yekîtiya Werzîşê ya Efrînê û Meclîsa Malbetên Şehîdan ve xelat hat dayîn.