5 zarokên ku di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin gilî nekirin 2019-07-13 12:35:50   STENBOL – 5 zarok di keştiya ku di navbera Karakoy û Kadikoyê de seferê dike de bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. Ji ber ku polîs nehatin cihê bûyerê zarokan dev ji giliyê berdan.     5 zarokên ku di temenê 15 û 17'an de bûn, li keştiya di navbera Karakoy û Kadikoyê de seferê dike rastî stîsmara 3 mêran hatin. Jinên ku li keştiyê bûn bûn şahîdê bûyerê û nerazîbûn nîşandan. Ajokarê keştiyê bang li polîsan kir, lê ji ber ku polîs nehatin zarokan dev ji giliyê berdan.