Semîre Nergîz: Em ê Nisêbînê ji nû ve ava bikin 2019-07-13 09:02:31   Zeynep Durgut   MÊRDÎN - Şaredariyên ku  di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji qeyûman hatin hildan dest bi xebatên xwe kirin. Der barê texrîbatên qeyûm û projeyên ku dê bikevin meriyetê de Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz axivî.    Di sala 2016’an de gelek şaredariyên DBP’ê ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Piştî qeyûman proje û xebatên ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibûn amadekirin hatin betalkirin û di destpêkê de jî deskeftiyên jinan hatin hedefgirtin. Yek ji van bajarên ku hatiye talankirin navçeya Nisêbînê ye. Li Nisêbînê saziyên çand û hûnerê hatin girtin û gelek xebatên ku di qada jinan de hatibûn amadekirin hatin betalkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de HDP’ê bi hejmareke bilind navçeya Nisebînê ji qeyûm girt. Têkîldarî xebat û polîtikayên ku qeyûm li navçeyê dane meşandin Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz axivî. Semîreyê diyar kir ku 31’ê adarê serkeftina gelê kurd bû û got ku ew ê bajar ji nû ve ava bikin.    ‘Em ê rengê Nisêbînê ji nû ve derxin holê’   Semîreyê anî ziman ku di 31’ê Adarê de li gel qezenckirina şaredariyê li Nisêbînê ev roj wekî rojeke dîrokî hate pîrozkirin û wiha axivî;” Me di hilbijartinên 31’ê Adarê de xebateke pir xweş û bi rêxistin da meşandin. Me bi gelê xwe re di 31’ê Adarê ji serkeftineke mezin re şanenav avêt. Ev serkeftin serkeftina xwedîderketina vînê bû. Em niha bi heman  kelecan û bi heman rêxistinbuyinê xebatên xwe didin meşandin.  Me di 16'ê Nîsanê de mazbatayên xwe hildan. Piştî ku me mazbata hildan deriyên şaredariyê ji gel re hatin vekirin.  Gel wê rojê herikî şaredariyê. Gel pir bi kêfxweş bû. Ji ber ku ew roj dawîbûna zilma qeyûman bû. Di destpêkê de me lêkolîn kir ku em li dijî deynên qeyûm dikarin xebateke çawa bidin meşandin. Me ew hemû tespît kirin. Me her tim got projeya me her tim gelê me ye. Derfetên Nisêbînê pir serbixwe û bi taybet in. Nisêbîn bi sekna xwe û rengê xwe her tim xwe ispat kiriye. Lê di dema qeyûm de ji bo ku ev rengê Nisêbînê wenda bibe her tişt hatin kirin. Bi her awayî Nisêbîn hatiye hilweşandin. Xebatên di  qada jinê de hatibûn amadekirina hatine betalkirin û her wiha xebatên çandê jî hatibûn sekinandin. Em ê  niha li dijî vê hişmendiya qeyûman rengê Nisêbînê derxin holê. Em ê bi gelê xwe re tev bigerin û bi wan re ji nû ve ava bikin.”    ‘Em jin bi hev re bi hêz in û em ê bi hev re bajarên xwe, taxên xwe û kolanên xwe, xweş bikin’   Semîreyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê li navçeyê lezgîniyê bidin xebatên jinan û wiha pê de çû;” Jin di siyaseta me de xeta sor in. Ji bo ku em jinan bikin mekanîzmayên biryardayînê em ê bixebitin û ji bo ku em bi  jinan re tev bigerin em ê xwe bi rêxistin bikin. Bi vî awayî dê vîna me bi hêz bibe û em dikarin ji her pirsgirêkê re bi hev re çareseriyê bibînin. Em ê xebatên butçeya nû bidin meşandin û vê ji jinan re cuda bikin. Ji bo ku her pêdiviya jinan em pêşwazî bikin em ê bikevin hewlêdanan. Em jin bi hev re bi hêz in û em bi hev re dikarin bajarên xwe, taxên xwe û kolanên xwe, xweş bikin. Ji ber wê jî divê em bibin yek hêz û bi hev re bajarê xwe bi rê ve bibin.”    ‘Em ji gelê xwe bawer in û em ê bi hev re navçeya xwe ji nû ve ava bikin, bi ser bikevin’   Semîreyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi hev re bi ser bikevin û wiha bi dawî kir;” Em bi gelê xwe re hene. Ger gelê me tune be, em jî tune ne. Em dixwazin gelê me bi dildarî di nav xebatên me de cih bigire. Bila gelê me were û daxwazên xwe û pêşniyarên xwe ji me re vebêje. Ev nêzîkbûna gelê me dê pêşiya me ronî bike û barê me sivik bike. Erê rast e gelê Nisêbînê pir zêde sebir kir, heta ketin û derketina bajarê xwe de zehmetî kişandin. Lê bila bizanibin em ê bi hev re biguherînîn. Şaredarî ya gel e, bajar û tax ya gelê me ye. Em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Ger gel piştgiriyê bide pêşeng dikare ji her pirsgirêkê re bibe çareserî. Lê gel tune be, em jî tune ne. Çawa ku me di 31’ê Adarê de sindoq bi vîna xwe hejandin, divê em di van pêvajoyên pêşiya me de bi vê hesasiyetê nêz bibin û bi hev re tev bigerin. Em ji gelê xwe bawer in û em ê bi hev re navçeya xwe ji nû ve ava bikin, bi ser bikevin.”