Şandeya HDP'ê çavdêriyên Licê parve kir 2019-07-12 15:48:24   AMED - Şandeya HDP'ê ya ku li Licê lêkolîn kir anî ziman ku welatî ji aliyê leşkeran ve hatine gulebarankirin û 4 hezar donim erd hatiye şewitandin.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêkolîn li herêma Licê kirin. Şandeyê çavdêrî bi raya giştî re parve kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Mebya-Der'ê Yuksel Elmas beşdarî daxuyaniyê bûn.    'Ev 40 roj in cenaze nayên teslîmkirin'   Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê hat dayin de Remziye Tosun axivî. Remziye diyar kir ku dewletê destûr nedaye ku malbat cenazeyê 4 HPG'yan bigirin û got ku ev 40 roj in cenaze nayên teslîmkirin.    'Îşkence li welatiyan hat kirin'   Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku welatiyên sîvîl ji aliyê leşkeran ve hatine gulebarankirin û got ku 3 kesên ku xwestine welatiyên birîndar bibin nexweşxaneyê hatine îşkencekirin û 12 saet şûnde hatine berdan.    'Xweza hat qetilkirin'   Zeyyat diyar kir ku 4 hezar donim erd hatiye şewitandin û xweza hatiye qetilkirin. Zeyyat da zanîn ku wan wekî şande bi Dozgerê Komara Licê hevdîtin pêk aniye. Zeyyat diyar kir ku dozger ji wan re gotiye "Zirarê dê dewlet bide". Zeyyat da zanîn ku zindiyên ku di encama şewatê de hatine qetilkirin êdî paş de nayên. Zeyyat da zanîn ku divê di bin navê operasyonê de jiyana zindî û xweza neyên qetilkirin.