'Em destûr nadin dîrok û xwezaya me talan bikin' 2019-07-12 14:44:12   WAN - Li dijî projeya Bendava Ilısuyê li Wanê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat gotin ku dê destûr nedin talankirina dîroka Heskîfê.    Li hemberî projeya Bendava Ilisuyê bertek û nerazîbûnên civakê didomin. Li Wanê bi tevlîbûna rêxistina navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) li ber avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla reveberê HDP’ê Erol Gonulçeken ve hat xwendin.    Erol, diyar kir ku li Heskîfê çêkirina Bendava Ilisuyê şaş e û ev projeye di bi xwe re hilweşandineke dîrokî pêk tîne. Erol wiha axivî: "Destpêkê Heskîf û herêma Mezrabotan a jor dê di bin avê de bimîne. 80 hezar mirov dê bi xîzaniyê re rû bi rû bimîne. Dê hilweşandina Heskîfê bibe sedemê newala tunebûna Dîcleyê. Hikûmeta AKP’ê bi vê projeye dixwaze dîroka me tune bike”   ‘Em ê bi hev re têbikoşîn'    Erol di dawiyê de anî ziman ku ji bo Heskîfê ne derenge û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ji bo Heskîfê dereng nîne. Heta niha me ji bo Heskîfê têkoşînek da û îro şûn de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku Bendava Ilisuyê bê sekinandin divê her kes tevlî têkoşîne me bibe û em bi hev re têbikoşîn. Em dibêjîn Heskîf çanda me ye, Dîcle xwezaya me ye. Em ê destûr nedin ku dîroka me û çanda me talan bikin.”