Li Agiriyê hejmara zewicandina zarokan zêde ye 2019-07-12 14:12:50   AMED - Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li herêmê der barê zewaca di temenê biçûk de lêkolînek kir. Li gorî lêkolînê herî zêde li Agiriyê zarok bi zorê hatine zewicandin.    Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li ser zewicandina zarokên kur û keç ên li herêmê lêkolînek kir. Her wiha daneyên Dezgeha Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) ya salên 2015 û 2018'an di lêkolînê de bi cih girt. Lêkolîn li 20 bajaran pêk hat.    Li gorî lêkolîna ku hatî kirin li Agiriyê bi tevahî 8 hezar û 29 jin ango ji sedî 44,95, li Qersê 2 hezar û 828 ango ji sedî 38,75 û li Mûşê jî 5 hezar û 302 ango ji sedî  40,73 zarok hêj di 16 û 19 saliya xwe de hatin zewicandin.    Her wiha li Bêdlîsê 3 hezar û 758, Wanê 12 hezar û 537, Dîlokê 19 hezar 74, Ardexanê 798, Sêrtê 3 hezar û 108, Îdirê hezar û 885, Riha 19 hezar û 330, Mêrdîn 6 hezar 691, Şirnexê 3 hezar û 648 û Amedê jî 12 hezar û 694 zarok hêj di 16 û 19 saliyê de hatine zewicandin.    Her wiha lêkolîna ku hatî kirin de xala zarokên ku hêj 16 û17 saliyê de hatine zewcandin jî hene. Li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera salên  2015 û 2018'an de herî zêde li Agirî, Mûş û Qersê zarok di temenê herî biçûk de hatine zewicandin. Li Agiriyê 2 hezar û 851, li Mûşê hezar û 983, li Qersê jî hezar û yek zarok hêj di 16 û 17 saliyê de hatine zewicandin.