Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin 2019-07-12 14:09:11   STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din a ji bo hevdîtinê hat redkirin.    Ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê pêk bînin roja duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îmraliyê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir. Malbatên girtiyên ên li gel Ocalan, Hamîlî Yildirim, Ome Hayrî Konar û Vesyî Aktaş jî serlêdan kiribûn û serlêdana wan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hat redkirin.    Malbtan piştî 15’ê tîrmeha 2015’an herî dawî di 5’ê hezîrana 2019’an de li Îmraliyê hevdîtina cejnê pêk anîbûn.