Asayişa KDP'ê êrîşî gel û rojnamegeran kir 2019-07-12 14:06:26   MEXMÛR - Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb û du hevalên xwe di 5'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû. ÎIro li Binarê Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û hevalên wî merasîmeke girseyî a bîranînê tê lidarxistin. Li seranserê Başûrê Kurdistanê gel berê xwe dan Binarê Qendîlê.   Endamê Konseya Serokatiya KCK'ê Diyar Xerîb û du hevalên xwe di 5'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû. ÎIro li Binarê Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û hevalên wî merasîmeke girseyî a bîranînê tê lidarxistin. Li seranserê Başûrê Kurdistanê gel berê xwe dan Binarê Qendîlê. Penaberên Wargeha Mexmûrê jî bi karwaneke qelebalix xwestin tevlî merasîma bîranînê ya Diyar Xerîb bibin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ya herêma Mexmûrê û Hewlêrê ve hatin astengkirin. Maşîne û nasnasyên welatiyan hat kontrolkirin. Asayişa KDP'ê êrîşî gel û rojnamegeran kir.    Daxuyanî hat xwendin   Welatiyên Wargeha Mexmûrê daxuyanî xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuren Sezigin ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Destên KDP'ê û hikumeta Iraqê di nava şehadeta hevalê me Diyar Xerîb de heye. Hesabê vê yekê ew ê bê pirsîn. Me xwest em biçin merasîma hevalên xwe lê destûr nedan. Çûyina merasîmê mafê me ye."   Piştre tevî astengiyan gel vegeriyan Wargeha Mexmûrê.    Li gorî zanyariyan tevî israra gel jî , asayîşê bi awayeke keyfî wan daye sekinanin û paşê gel neçar mane vegerin wargehê.