ÎSÎG'ê rapora jahrîbûnê aşkere kir 2019-07-12 13:40:41   STENBOL - Komîsyona Xwedîkirinê ya ÎSÎG'ê der barê jarbûna ji ber zexîreyan a li Tirkiye rapora 2018'an aşkere kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku mafê herî bingehîn ê tenduristiyê bi xwedîkirina rast û hevseng û rêxistinbûnê pêkan e.    Komîsyona Xwedîkirinê ya Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), der barê jarîbûna ji ber zexireyan a li Tirkiye rapora 2018'an aşkere kir. Komîsyonê anî ziman ku ew mijara xwedîkirinê wekî meseleya sereye ya tenduristiya karker û ewlehiya kar digirin dest û wiha got: "Ji ber xizaniyê mafê karkeran ê zexîre bistînin û xwe xwedî bikin kêm bûye. Ji ber krîza aborî li cihê kar heqê serwîsa xwarinê hatiye rakirin. Di zagonan de xwarin ne wekî maf wekî alîkarî tê dîtin."   Li gorî di sala 2019'an de bûyerên jahrîbûnê yên hatin bihîstin, herî kêm 2 hezar û 811 mirov jahrînî bûne. Di sala 2019'an de, kes ji ber kivark xwarin jiyana xwe ji dest da. Herî kêm 43 bûyerên ji zexîreyan jahrînî bûn. Di van buyeran de 3 hezar û 753 kes jahrinî bûne. 208 karker jî jahrinî bûne.    Di rapore de hat diyar kirin ku bi krîzê re buhayê zexîre jî zêde bûye, gel êdî bi heban û graman zexîre dikire. Li gorî daneyên BîSAM'ê ji bo malbata ji 4 kesan pêk tê, ji bo bi tenduristî xwe xwedî bikin, lêçûna wan herî kêm Hezar û 971 TL ye. Li gorî heman  hesapkirinê dîsa ji bo malbata 4 kesan ji bo bi tenduristî xwe xwedî bikin û pêdiviyên din temîn bikin divê herî kêm mehê 6 hezar û 818 TL bistînin.