ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-12 09:00:00   * Di derbarê gotinên Serokkomar Erdogan ya avakirina zanîngehên jinan de nêrazîbûn her ku diçê zêdetir dibe û parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku armanca avakirina zanîngehên jinan dê xizmetê bide hişmendiya desthilatdaran û got: "Divê li zanîngehan beşên ku xizmetê dide jinan bên avakirin." DÎMEN HEYE   * Çanda kevnar a destar hîn ji aliyê jinan tê domandin. Yek ji jinên ku çanda kevnar a destarê didomîne Fatma Mihemed e. Fatmayê derbarê çanda kevnar a destarê de wiha dibêje:"Çanda destarê çandek kevn û bi nirx e. Mirov dema li çanda kevnar xwedî derdikeve di heman demê de li hebûna xwe jî xwedî derdikeve." DÎMEN HEYE   *Endama DÎK’ê Hatîce Kavran diyar kir ku di operasyona fuhuş û şantajê ya li Çewlîkê pêk hatiye, di nav kesên hatine binçavkirin de kesên nêzî desthilatdariyê hebûne û tiştên tên jiyîn ji desthilatdariyê serbixwe nîne û wiha pê de çû: “Kesên vî karî dikin hewceye hêzê ji cihekî bigirin. An jî wan ji xwe re ewqas cih nedidît. Gelê Çewlîkê dipê ku berpirs hesab bidin.”   *Kafeyên derdora Çemê Dîcleyê, laxima wan diherike çem. Ev li aliyekî dîmena şîn a çem tune dike û li aliyê din jî rê li ber nexweşiyan vedike.DÎMEN HEYE   *Reyhan Hacioglu ya ji doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 15 mehan girtî ma, diyar kir ku desthilatdariyê di pêvajoya êrîşa li hember Efrînê de ji bo çapemeniyê bike bin kontrolê û di civakê de nêrînê ava bike berê xwe daye rojnamegeran û wiha got: “Operasyona desthilatdariyê da destpêkirin darazê berdewam kir. Lê taybetiyeke ku heqîqet rojekê derkeve holê heye. Me jî hêza xwe ji berpirsyariya li hember gel û rastiyan girt.”DÎMEN HEYE   *Berîvan Dogan di yekemîn pêşangeha xwe ya wêneyan a ‘Dema porê hemû jinan cuda bê şekirin’ di por û îfadeya rû ya jinan de berbi cîhana wan ya hundir derdikeve rêwitiyê. Berîvanê da zanîn ku tevî hemû zextan bal dikişîne ser hêza xwe û got pêşangeha wê heta 2’ê tebaxê didome.DÎMEN HEYE