Hevşaredarê Qereyaziyê û endamên meclîsa şaredariyê hatin binçavkirin 2019-07-11 11:49:22   ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Qereyaziya Erziromê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û her tişt serûbin kirin. Piştî lêgerîna li malan polîsan Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn, encûmenên şaredariyê Yuksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çîmendag, endamê meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Latîf Karakuş, rêveberên Nurî Kandemîr û Namet Yilmaz, endamên meclîsê yên berê Erdem Kaya û Cemîl Oran û her wiha welatiyê bi navê Erol Mahçup hatin binçavkirin.    Hinceta binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.