Bêkarî di nav 14 salan de 5 qat zêde bû 2019-07-11 11:01:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara bêkariyê zêdetir dibe. Di sala 2005'an de 918 hezar û di sala 2019'an de jî 4 mîlyon 417 hezar kes bêkar man. Di nav 14 salan de bêkarî 5 qat zêde bûye. Her wiha hejmara bêkar ên bi xwedî dîplome jî pir in.    Li gorî daneyên Dezgeha Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) di meha hezîranê ya îsal de bi tevahî li Tirkiyeyê 4 mîlyon 417 hezar bêkar hene. Di meha gulanê de 4 mîlyon 84 hezar bû. Li gorî daneyan tenê di nav mehekî de 332 hezar 863 kesî bêkar mane. Her wiha li gorî qeydên ÎŞKUR’ê 899 kesî xwedî li dîplomaya doktorayê ne, 20 hezar 592 kes jî lîsansa bilind û 664 hezar 507 kesî jî ji lîsansê mezûn bûne.    Her wiha li gorî daneyên ÎŞKUR'ê di meha hezîranê 2 mîlyon 231 jin bêkar in. Mîlyonek 213 hezar kes di 20 û 24 salî ne û her wiha 739 hezar kes jî 25 û 29 salî ne ku bêkar in. Her wiha di daneyan de hat destnîşan kirin ku her ku diçe li Tirkiyeyê krîz mezin dibe û di sala 2018’an a meha hezîranê de tenê 2 mîlyon 621 hezar kes bêkar bûn û lê îsal ev hejmar gihaşt 4 mîlyon 417 hezar kesî.    Di sala 2005’an de 918 hezar bêkar hebûn lê di sala 2019’an de 4 mîlyon 417 hezar kes bê kar e. Di nav 14 salan de 5 qat zêde bû. Her wiha divê di sala 2019'an de 874 hezar 470 kesî pereyê bêkariyê bigirta lê tenê 459 hezar 77 kesî perê bêkariyê girtiye.