21 rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê: Em ji hewldana SETA'yê bi guman in 2019-07-10 16:05:17   STENBOL - 21 rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî rapora SETA ya ku rojnamegeran kir hedef da û got ku ew ji vê hewldanê bi guman in.    Di dinyayê de mezinttirîn 21 rêxistinên rojnamegeriyê rapora Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakê (SETA) ya ku rojnamegerên ji bo “Saziyên Medyayê yên Navnetewî li Tirkiyeyê” dixebitin kir hedef û rojnamegeran deq kir şermezar kir. Rêxistinên rojnamegeran da diyar kirin ku ew ji vê hewldanê bi guman in.     Daxuyaniya ji aliyê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ve hat kirin û ku navê 21 rêxistinên rojnamegeriyê metna daxuyaniyê îmze kirine cih digirin. Di daxuyaniya rêxistinan de hat gotin ku SETA saziyek nêzî hikûmetê ye û saziyên medyaya navnetewî bi weşana li dijî hikûmetê sûcdar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameger bi awayek vekirî hedef hatine nîşandan û metirsiyên xwe yên ji bo vê raporê anîn ziman.     Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rapora SETA’yê di bin navê “xebata akademîk” de hatiye peşkirin û vê yekê wek “tam dîn û harbûnekê” nirxand û hat gotin SETA ji aliyê şêwirmendê Serokomar Îbrahîm Kalin ve hatiye sazkirin. Di daxuyaniyê de ev rapor wek “nêçîra pîreboka” hat nirxandin û dixwazin bi vê raporê medyaya navnetewî bêqîmet bikin.    Rêxistinên rojnamegeran ku metnê îmze kirine wiha ne: “ARTICLE 19, ARTICOLO 21, Cartoonists Rights Network International (CRNI), Civic Space Studies Association, Committee to Protect Journalists (CPJ), English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), Fédération Européenne des Journalistes (FEJ), Global Editors Network (GEN), Index on Censorship, International Press Institute (IPI), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), P24, PEN America, PEN Danemark, PEN International, PEN Norvège, PEN Suède, Reporters sans frontières (RSF), SEEMO, WAN-IFRA."