Tîma futbolê ya jinan niha ji bo wekheviya mûçeyan têdikoşin 2019-07-10 16:00:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Tîma futbolê ya jinan ya Amerîkayê, li Fransayê di Kupaya Cîhanê de bi ser ket, niha jî ji bo wekheviya mûçeyan a di nav bera lîstîkvanên jin û mêran de dest bi têkoşinê kirin.    Tîma futbolê ya jinan ya Amerîkayê di turnuvaya Kupaya Cîhanê ya Jinan a FIFA'yê ya îsal de bi ser ket. Pîştî turnuvayê nîqaşên newekheviya mûçeyan a di navbera lîstîkvanên jin û mêran hat rojevê. Lîstîkvana Amerîkî Megan Rapinoe piştî serkeftinê bang li serokê FIFA'yê kir û diyar kir ku divê mûçeyên lîstîkvanên jin û mêran êdî wekhev be.    'Êdî ne nîqaş pratîzekirin girîng e'   Lîstîkvan Megan, diyar kir ku divê êdî nîqaş neyê kirin û gav bên avêtin û wiha dom kir: "Em wekî lîstîkvanên jin û alîgirên futbolê êdî amadene ku derbasê astek din bibin. Her wiha her kes di mijara wekheviya mûçeyan de hemfikir in. Divê em êdî ji bo lîstîkvanên jin û werzîşvanên jin çi bikin? FIFA dê derbarê vê mijarê de çi bike? Dê çawa wekheviya mûçeyan pêk bîne? Divê êdî berfirehî bên nîqaş kirin."   'Newekheviyeke mezin pêk tê'   Megan, da zanîn ku li Amerîkayê lîstîkvanên jin ên futbolê di serê turnuvayê 3 hezar 600 dolar digirin, lê lîstîkvanên mêr 5 hezar dolar digirin û wiha axivî: "Wekî organîsazyonên navneteweyî de lîstîkvanên jin 15 hezar dolar, mêr jî 55 hezar dolar ekstra mûçe digirin. Di sala 2015’an de Federasyona Futbolê ya Amerîkayê ji bo serkeftina tîma jinê ya Kupaya Cîhanê 1.7 mîlyon dolar xelat da jinan. Lê federasyon di sala 2014’an de ji bo tîma futbolê yê mêran jî ligel di tura duyem de windakir jî 5.4 mîlyon dolar da. Newekheviyeke pir mezin pêk tê."   Alîgirên futbolê piştgirî dan wekheviya mûçeyan    Her wiha tîma futbolê ya jinan derbarê newekheviya Federasyona Futbolê a Amerîkayê doz vekiribû. Her wiha di turnuvayên Kupaya Cîhanê ya ku îsal li Fransayê pêk hatî de alîgerên futbolê bi dirûşmên xwe piştgirî da lîstîkvanên jin a derbarê wekheviya mûçeyan.