Li dijî êrîşên li ser Başûr Kongreya Star li Lubnanê daxuyanî da 2019-07-10 12:21:46   BEYRÛT - Bi armanca  şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk ên li ser  Başûrê Kurdistanê  û Qendîlê Kongreya Star li Lubnanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê gelê Kurd li dijî êrîşan her li ser piya bin û xwe biparêzin.    Jinên Kongreya Star ên herêma Kefer Dibyana Lubnanê li herêma Eşqûdê û Kefer Dibyanê yên Beyrûta Lubnanê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û  Qendîlê, di heman demê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrinê û herêmên Bakur û Rojhilatê-Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.  Di daxuyaniyê de bi dehan jinên sazî û dezgehên civakî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Keferê Dibyan Melek Mela ve hat xwendin.   'Heta dawiyê em ê li berxwe bidin'   Daxuyanî wiha ye:"Bi navê Kongreya Star û rêxistinên jinên kurd li Lubnanê em êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên kurdan û bi taybet êrîşên wan ên li ser kesayeta jinê şermezar dikin. Dewleta Tirk zarokên me qetil dike, herêmên me topbaran dike, gelê me koçber dike û çeteyên xwe  bi cih dike wekî ku li Efrinê hat kirin. Ev cihê nerazîbûnê ye. Îro bi êrîşn xwe li ser herêmên xaka Başûrê Kurdistanê dixwaze Kurdistanê bi giştî bike bin destê xwe û îradeya gelê me bişkîne. Şehadeta fermendar Diyar Xerîb pir bi êş bû, lê îradeye me tim xurt e ku em di şopa van qehremanan de têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî planên qirêj li ser piyên xwe bisekinin. Dîrok kesên xayintiyê dike jî efû nake. Heta dawiyê em ê li ser şopa Diyaran  bin û em dibêjin tu kes nikare îradeye me biçewisîne. Heta dawiyê em ê li berxwe bidin."    Li Eşqûdê jî êrîş hatin şermezarkirin   Rêxistina Jinê Kongreya Star li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Efrîn û Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, li Herêma Eşqûda girêdayî Beyrûta Lubnanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a herêmê Yadîgar Hesen  ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:"Em di destpêkê de sersaxiyê ji malbata Diyar Xerîb re dixwazin. Êrîşên Dewleta Tir li ser herêmên Başûrê Kurdistanê  û Qendîlê em şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe yî qirêj dixwaze vîna Gelê Kurd bide çewisandin. Di nava van êrîşan de şehadeta Diyar Xerîb êşeke mezin di dilê me de çêkir, pêwîste em jî wekî jin xwedî lê derbikevin, ji ber qehremanên  wisa kêm dîrok wan dubare dike. Dewleta Tirk van kiryaran pêk tîne ji ber îro di tengasiyek mezin de ye. Soza me her wê tolhildana van têkoşeran  be rihê berxwedanê em ê mezin bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin"bi dawî bû.