Li Sêrtê xizmeta sêzimaniyê 2019-07-10 11:53:17   SÊRT - HDP di hilbijartina 31'ê adarê de li Sêrtê bi ser ket û di serî de li Sêrtê dest bi xizmeta sêzimaniyê kir.    Piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê adarê de şaredariya Sêrtê ji destê qeyûm stend, xizmeta sêzimanî ya şaredariyê ku qeyûm betal kiribû dîsa xist dewrê. Xizmeta sêzimanî ji aliyê hevşaredarên berê Tûncer Bakirhan û Belkîz Epozdemîr ve dest pê kiribû. Lê belê di sala 2017'an de dema Cîgirê Walî Ceyhûn Dilşad Taşkin qekî qeyûm hatibû tayînkirin ewilî xizmetên bi kurdî û erebî dihatin kirin sekinandin.    Lê di 31'ê adarê de piştî HDP hat ser kar, dest bi xizmeta bi kurdî, erebî û tirkî kirin.