'Pirsgirêkên jinê bi avakirina zanîngehên jinê nayê çareserkirin' 2019-07-10 09:03:11   AMED - Li hemberî gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a 'Divê li Tirkiyeyê jî wekî Japonyayê zanîngehên taybet ên jinê bên avakirin' bertek zêde dibin. Endama TMMOB'ê Arîn Zumrut diyar kir ku dixwazin li gorî hişmendiya xwe jinê perwerde bikin û her wiha zanîngeh pirsgirêkên heyî çareser nake û divê polîtîka bên guhertin.    Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe yê li Japonyayê de gotinên 'Divê li Tirkiyeyê jî wekî Japonyayê zanîngehên taybet ên jinê bên avakirin' û bang li YOK'ê kir ku bila gav bavêje. Der barê gotinên Erdogan de nerazîbûn û bertek hat nîşandan. Endama Yekîtiya Odeyên Avahisaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB)  Arîn Zumrut di derbarê mijarê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kir.   'Cudakarî hêj di dibistanên seretayî de dest pê dike'   Arîn, di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina zanîngehan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Armanca vekirina zanîngehan ne ewqaz bê guneh e. Ev cudakirina dibistanan hêj di dibistanên seretayî de dest pê dike. Bê guman armanc dikin ku li gorî hişmendiya xwe jinê perwerde bikin. Gelek pirsgirêk hene ku pê mijûl bibin û yek jî van şîdet û îstîsmara zayendî ye."   'Bê agahiya jinê biryar dikeve meriyetê'   Arîn, da zanîn ku îktîdar her roj di derheqê jinan de biryarên cuda digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serokkomar Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Japonyayê re bi gotinên balkêş ket rojevê. Di wê hevdîtinê de hat diyar kirin dê li Tirkiyeyê jî wekî Japonyayê zanîngehên jinê yên taybet dê bên avakirin û tenê jin dikarin perwerde bibin. Bê guman armanc dikin ku li gorî hişmendiya xwe jinê perwerde bikin. Her wiha dema îktîdar di derheqê jinê de biryaran dide divê wan biryaran ji jinê bipirse û wisa pratîze bike. Lê wisa nabe û bê agahiya jinê biryar tên birêvebirin."   'Hişmendiya serdest li civakê tê ferzkirin'   Arîn, destnîşan kir ku dema mirov nêrînên wan ên derbarê ramyarî de dinêre mirov dibîne ku asta temsîliyeta jinê di kijan astê de ye. Arîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di bin navê wekhevî û demokrasiyê de pergala hişmendiya serdest li civakê tê ferzkirin. Gelek tişt hene ku ji bo jinan bê kirin lê divê hişmendiya ku pirsgerêkan diafirîne re pirsgirêk neyên çareserkirin. Bêtir pirsgirêkên jinan tê kûrkirin."   'Êrîşkar bê ceza dimînin'   Arîn, di axaftina xwe de bal kişand ser şîdet û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinê û wiha bi lêv kir: "Divê hikûmet di serî de li hemberî şîdet û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinê raweste û dawî li bûyeran bîne. Piştî ku qanûn hatin derxistin asta îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan gihaşt asteke herî jor. Divê di qada dadê de sererastkirinek bê kirin. Mêrên êrîşkar her tim bê ceza dimîne. Kêmasî û qanûnên ku li gorî berjewendiyên xwe li civakê dane ferzkirin divê bi lêzginî ji holê bên rakirin û bên çareserkirin. Em li benda xebatên bi vî rengî ne."   'Avakirina zanîngehan pirsgirêkan çareser nake'   Arîn di dawiya axaftina xwe de qala vekirina zanîngehê kir û wiha got: "Bi avakirina zanîngehên jinê pirsgirêkan çareser nake û bêtir dê pirsgirêkan kûrtir bike. Mînaka herî girîng dixwazim bidim şaredariyên AKP'ê bi navê 'Pembe otobus' xistibû meriyetê. Bi rojan ev mijar hat nîqaşkirin û bertek hatin nîşandan û ev tişt jî bi vî rengî ye, bi heman armancê tê kirin. Divê ji bo polîtîkayên wekheviyê ya di nav bera jin û mêran de xebat bên kirin."