Çalakiya xwendekarên ODTU'yê didome 2019-07-09 12:13:30     ENQERE - Çalakiya xwendekarên ODTU ya li dijî birrîna daran û avakirina înşaeta KYK'ê didome. Xwendekarên ku bi çalakiyên xwe birrîna daran da rawestandin, wê bi awayekî sembolîk înşaetê muhir bikin.    Li qada darên spîndaran a Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) wargeha KYK’ê tê çêkirin. Xwendekarên ODTU’yê li dijî vê yekê derdikevin û heta serê sibê nobetê girtin. Xwendakar di dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam dikin. Duh xwendekarên ODTU’yê li qada spîndaran li ber barîkatên polîsan daxuyanî dan û dirûşm berz kiribûn. Piştî çalakiya xwendekaran zêde bû, ji bo demekê birîna darên spîndarê dan rawestandin. Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku piştî hevdîta bi Rektorê Zanîngeha ODU Verşan Kok re, birîna daran rawestandin.    Xwendekaran anîn ziman ku birîna daran rawestandin, lê karê înşaetê hêj berdewam dike. Xwendekaran da zanîn ku li gel parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Murat Emîr li qada înşaetê geriyan û diyar kirin ku li dora înşatê têl dorpêç kirine û ji bo direkên li dora qadê beton vala kirine. Li dijî birrîna daran û avakirina înşaetê çalakî û nobeta xwendekarên ODTU didome, li aliyê din dorpêça polîsan a li dora xwendekaran jî didome. Xwendekarên dikevin qada kampusê piştî lêgerînê dikarin derbasî kampusê bibin.    Xwendekarên ku nobetê digirin wê saet di 17.30’an de li pêş avahiya Rektoriyê kom bibin û bimeşin qada Rektoriyê. Piştre wê bi avayeki kembolîk înşaeta bê ruhset a yurdê muhur bikin. Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê jî diyar kir ku ew li bendê ne ku Şaredariya Çankaya li dijî bê rûhsatiyê qadê muhur bikin.