'Ji bo em vîna jinê tune nekin em ê bibin xwedî têkoşîn' 2019-07-09 08:30:20   KOBANÊ - Dewreya mêran ya Şehîd Dîcle Kobanê ku di 22'ê Hezîrana 2019'an de dest pê kiribû bi şahiyekê bi dawî bû.   Dewreya ku di 22'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, ku ji 20 endamên saziyan pêk dihat, bi şahiyekê bi dawî bû. Armanca perwerdeyê ew bû ku mêr xwe ji zihniyeta baviksalariyê xilas bikin. Malbat û endamên saziyan di şahiyê de amade bûn. Di destpêka şahiyê de endaman mêvan pêşwazî kirin û bi xwendina siruşta Kurdî şahî dest pê kir.    Li ser navê Rêveberiya akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, Şevîn Qulaxazî axivî û wiha got: "Bê guman em bi têkoşîna jinan û keda Rêber Apo ya ku bi salane ji bo wekheviya zayendan dide, gihaştine rojên wisa ku bikaribin di bin banê Kongreya Star de dewreyên perwerdeyê ji bo mêran bidin vekirin û hewil bidin ku zîhniyeta baviksalarî yê di civakê de hatiye avakirin bidin guhertin. Em bi hêvî ne ku hevalên mêr yên ku  perwerde dîtin di serî de di malên xwe de, saziyên ku tê de xebat dikin û di civakê de guherîn bidin avakirin. Ez car din li ser navê Rêveberiya Akademiyê serkeftin ji tevahî endama re dixwazim.    Mihemed Mihemed li ser navê endamên di dewrê de axivî û wiha got: "Em di serî de spasiya Rêveberiya xwe ya akademiyê dikin ku karibûn derfetên jiyanê û perwerdeyê ji me re bidin avakirin û em bikaribin di bin felsefe û xeta jina azad de kesayetê xwe bidin guhertin û têkoşîna zayendî bi xwe bikin. Ez jî li ser navê hevalên xwe yên dewreyê dikarim bêjim ev şansek mezin bû ku em hatin perwerdeya jinê û me hewl da ku em di xwe de zîhniyeta baviksalarî bidin tunekirin, ji bo jiyanek wekhev û azad em ê heta dawiyê têbikoşin. Me li vir baştir fêm kir ku em ê çawa bikaribin bi hevserokên jin re hevaltî û hevseroktiyê bikin. Ji bo em vîna jinê tune nekin em ê bibin xwedî têkoşîn û li dijî kesayeta xwe ya feodal şer bikin. Ez car din li ser navê dewreyê spasiya Kongreya Star û Rêveberiya akademiya Şehîd Şîlan Kobanê dikim."    Şahî bi beşdarbûna koma Gîvara, xwendina helbestan, bi sitranên endama  Kevana Zêrîn û bi gerandina govendê bi dawî bû.