'Dixwazim hemû jin dengê min bibihîsin' 2019-07-08 15:19:16   EDENE - Meryem Karalok ku bi salan e rastî lêdana hevjînê xwe tê, her çend dixwaze hev berdin jî nikare hev berdin. Karalok, alîkarî ji saziyên jinan xwest.    Cerrah Karalok, bi salan in, bi rêk û pêk li dijî Meryem Karalok a bi hevre zewicine tundiyê dike. Meryemli dijî tundiya mêrê pê re zewicî li pêş Bînaya Xizmetê ya Pêvek a Edliyê daxuyanî da. Meryem, diyar kir ku tundiya li dijî wê didome û wiha got: "Di destê min de raporên lêdanê hene. Ji bo em dest ji hev berdin û ji min dûr bikeve delîlên herî mezin di destê min de ne. Lê heyeta dadgehê xwest dest ji gliyê xwe berdim. Bi vê hincetê serlêdana min a berdanê red kir. Bê navber rastî gefên hevjînê xwe hatim. Bi revandina zarokên min gef li min xwar. 5 salin biryarên parastinê û butonê panikê min bikar anî. 17 salan rastî lêdana wî hatim. Bi ava kelandî ez şewitandim. Destê min şikand. Bi kablo li min xist. Pitika min a 4,5 mehî di zikê min de mir. Dadgehê bi hinceta min çente avêtiye hevjînê xwe 3 hezar tl cezayê pereyan li min birî. Ez dixwazim wî berdim. Ez dixwazim hemû jin dengê min bibihîzin."