Tora Têkoşînê ya li dijî Tundiyê: Em bang dikin ku hemû alî plana çalakiyê ava bikin 2019-07-08 15:14:50   AMED - Tora Têkoşînê ya li dijî Tundiyê, daneyên Adar-Hezîranê bi raya giştî re bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî rêxistinên jinê, bang dikin ku li dijî tundiya li ser jin û zarokan, hemû aliyên demokratîk û hestiyar plana çalakiyê ava bikin."   Tora Têkoşînê ya li dijî Tundiyê, daneyên Adar-Hezîranê bi raya giştî re bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî rêxistinên jinê, bang dikin ku li dijî tundiya li ser jin û zarokan, hemû aliyên demokratîk û hestiyar plana çalakiyê ava bikin." Daxuyanî li Komeleya Jinê ya Rosayê hat dayin. Parlamenterên HDP'ê yên jin, Hevserokên Şaredariyên Amedê, Rêxistina DBP'ê, Aktivîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek rêxistinên jinê, beşdarî daxuyaniyê bûn. Jin ji bo balê bikşînin ser daxuyaniyê cilên rengê mor û reş li xwe kirin. Daxuyanî ji aliyê ji Rêveberiya ÎHD'ê Gurbet Yavuz be hat xwendin.    'Armanca me ew e ku em nexşeya tundiyê derxin'   Gurbetê bi bîr xist ku Muzzeyen, Merve û Aygul jî ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatine qetilkirin û wiha got:"Sîstem jinê naparêze, tundî her ku diçe zêdetir dibe. Jin ji ber bêzabûnê bi sîstema ku jê ne bawer e rû bi rû tê hiştin. Cinayetên jinan  her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku li Amedê tundiya li ser jinê û cinayetên jinê her ku diçe zêde dibin, me di 8'ê Adarê de Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê deklere kir. Me diyar kir ku em ê bi STK'yan têkoşînek hevpar bidin. Daneyên ku em ê îro bi were parve bikin encama vê xebatê ye."    Piştre rapora Tora Têkoşîna tundiya li ser jinê ya Amedê hat diyarkirin. Rapor ji aliyê Endama Komeleya Rosayê ya Jinê Ruken Erguneş ve hat parvekirin.    Dane wiha ne:   "*Hejmara serlêdana saziyên piştgiriya tora tundiyê gihaşt 954'an.    *Di çar mehan de sê jin hatin qetilkirin. Jinên ku gihaştin saziyê, diyar kirin ku ew hem di nava malbatê de hem jî li derve, bi tundiya aborî, zayendî, derûnî, civakî û ya dijital rû bi rû tên hiştin.    *Ji 954'an 701 kes diyar kirin ku ew bi tundiya derûnî her rû bi rû dimînin.    *418 jin bi şîdeta fîzîkî re rû bi rû mane.    *160 jin bi tundiya zayendî rû bi rû hatine hiştin.   *301 jinî diyar kirin ku ew her bi tundiya aborî rû bi rû tên hiştin.   *9 jinî diyar kirine ku ew bi tundiya dijîtal rû bi rû hatine hiştin.     *258 jin bi kuştinê rû bi rû ne.    * 6 jin ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin.    *106 jin dixwazin li stargeha jinan bimînin.    *Li got daneyên Navneda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di 4 mehan de 716 zarok  bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin.    *Li bajarê me di 4 mehên dawî de 526 zarok teşwîqî sûc hatine kirin."   Rûkenê herî dawî diyar kir ku dewlet di warê tundî û cinayetên jinan de berpirs e û got:"Sîstem jinê naparêze, tundî her ku diçe zêdetir dibe. Jin ji ber bêzabûnê bi sîstema ku jê ne bawer e rû bi rû tê hiştin. Cinayetên jinan  her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku li Amedê tundiya li ser jinê û cinayetên jinê her ku diçe zêde dibin, me di 8'ê Adarê de Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê deklere kir. Me diyar kir ku em ê bi STK'yan têkoşînek hevpar bidin. Daneyên ku em ê îro bi were parve bikin encama vê xebatê ye."