Li Wanê Konferansa Rêxistin a Herêma Serhedê hat destpêkirin 2019-07-08 13:11:56   WAN- Ji aliyê HDP’ê ve li Wanê konferansa Rêxistina Herêma Serhedê hat lidarxistin.    Li Wanê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara “Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînîn û civakê azad bikin” Konferansa Rêxistinê ya Herêma Serhedê li navenda Çand û Hûnera Bêrîvanê hat lidarxistin. Konferans bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê yê giştî Sezaî Temellî, Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, rêxistinên HDP, DBP û hevşaredarên HDP'ê yên herêma serhedê pêk hat.   Konferans bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Pişt re hevserokê HDP'ê yê giştî Sezaî Temellî axivî. Sezaî diyar kir ku pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi siyasete demokratîk heye û wiha axivî;” Niha li Tirkiyeyê siyaset her roj têk diçe û qadên wê teng dibin. Ji ber vê aloziyê em wekî HDP’ê pêşengiya siyaseta demokratîk dikin. Rêbazên siyaseta me civakek siyasî diafirîne û pêşeroja gelan ronî dike. Divê ev rêbaza li her derê Tirkiyeyê belav bibe. Gelên Tirkiyeyê di bin faşîzmê de nikarin bêhn bigirin. Me berê hişyariya vê kir. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê demokrasî û aşitî ye. Divê em di xeta demokrasiyê û aşitiyê de heman tev bigerin. Divê em pêşiya AKP-MHP’ê bigirîn û demokrasiyê li Tirkiyeyê mezin bikin.    ‘Tenê armancek pêşiya me heye ew jî em ê xwe bi rêxistin bikin û azadiyê ava bikin’   Sezaî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka kurd û operasyonên li dijî Suriyeyê û wiha bi dawî kir;” Nêzîkatiya li dijî pirsgirêka kurd  di heman demê de nêzîkatiya li dijî aşitî û demokrasiyê ye. Ev bloke ji înkarkirinê xwe ser piyan digire. Neçareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyê ji aşitî û demokrasiyê dûr dixe.  Girankirina tecrîda çar salan bombekirina aşitiyê bû. Gelên Tirkiyeyê bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû ye. Lê bila kes netirse em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Li ser dijminahiya kurdan dixwazin Rojhilata Navîn bikin şewat. Divê em çareseriyek hevkar bibînîn. Em dixwazin bi hev re cumhuriyeteke demokratîk ava bikin. Tenê armancek li pêşiya me heye ew jî em ê xwe birêxistin bikin û azadiyê ava bikn.”     Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Konferans dê heta sibehê berdewam bike.