Komcivîna Navneteweyî di roja sêyemîn de didome 2019-07-08 09:25:49   QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê " DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê, di roja sêyemîn de didome.    Di pêşengtiya Navenda Rojava ya Lêkolînên stratejîk (NLRS), Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", li hola Beylesan ya Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê di roja xwe yê sêyemîn de dest pê kir. Bi tevlîbûna bi dehan Akademisiyan, rewşenbîr,  siyasetmedar, lêkolînvan ji dewletên navnetewî û Rojhelata Navîn kes beşdar bûn.   Bernameya roja sêyemîn wê wekî du mase werin nîqaşkirin   Maseya yekmîn milê mafnasî  yê terora DAIŞ'ê digire dest   Dê di maseya yekem de milê mafnasî û terora DAÎŞ'ê bê nîqaşkirin. Dê di maseya duyemîn de çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAÎŞ'ê bê nîqaşkirin. Herî dawî ew ê encamnameya civînê bi çapemeniyê re were parvekirin.