Jiyan Husên: Pêwist e gelê Başûr jî fêrî xwebirêvebirinê bibin 2019-07-08 09:02:56   Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî   HESEKÊ- Endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Husên bal kişand êrîşên li hemberî Hêrema Federal a Kurdistanê û Sûriyeyê û wiha got: "Serhildana gelê Başûr a li hemberî dagirkeran dê gaveke ber bi yekîtiyê ve veke."   Erîşên dagirkeriyê li Sûriyê û Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Li hemberî êrîşan Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî bêdeng e. Têkildarê vê mijarê Endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Husên nêrînên xwe ji ajansa me re par vekir.    Jiyanê di axaftina xwe de bal kişand li ser armanca êrîşan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Armanca Tirkiyê ji dîrokê ve heta îro qirkirina kurdan bû. Hemû derfet û amûrên xwe yê leşkerî dixe xizmetê. Ji bo ku Kurd nebin xwedî statu û li hemberî dagirkeriyê nebin yek. Bi têkbirina DAIŞ'ê li Bakur Rojhilatê Sûriyê xewnên Erdogan a dagirkirina vê herêmê bi dawî bû, lê pêvajoya guhertina zîhniyetê dest pê kir. Ji ber têkbirina DAIŞ'ê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê Tirkiyê neçar bû ku bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re li hev bike. Li wir hem PKK'ê hem sivîlan jî hedef digire, lê hemberî komkujiyên ku Tirkî pêk tîne jî hikûmeta Başûr bêdeng e."   'Dîrok tu carî Neçîrvan Barzanî ji bîr neke'   Jiyan destnîşan kir ku şermeke dîrokî ye ku îro Nêçirvan Barzanî dikeve hewldanên wisa û dê dîrok tu carî ji bîr neke û efû jî neke û wiha axivî: "Fermana ku di 2014'an de li Şengalê pêk hat û bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin û li bazarên wekî Reqa, Dêre Zor, Mûsil û Şedadê hatin firotin wê demê pêşmerge li kuderê bûn? Wê demê eger hêzên HPG/YJA STAR bi hawara gelê Şengalê ve nehatiba dê çarenûsa wan çi ba? HPG/YJA STAR ku gelê Şengalê ji komkujiyên hîn mezintir parastin îro dibêjin ew terorin."   'Pêwiste gelê Başûr jî fêrê xwe bi rêvebirinê bibin'   Jiyanê a zanîn ku projeya xweparastinê û xwerêvebirinê li Şengalê wekî nimûne ji Başûrê Kurdistanê re pêşinyar kir û wiha dawî li axaftina xwe: "Piştî rizgarkirina Şengalê êdî gel, jin û ciwanên wê hêza xwe ya parastinê YJŞ/YPŞ, Meclisa jinên Iştar hatin avakirin. Pêwîste gelê Başûr êdî fêr bibin ku xwe bi xwe bi rêve bibin, ne dûre Tirkiyê ji nişkave destê xwe ji aboriya Başûr berde wê demê gel dê çawa bijî? Ji bo wê divê gel hember dagirkeran serî hildin û projeya ku li Şengalê pêk hatiye li Başûr tevahî pêk bînin."