ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-08 09:00:05   * Hevseroka Navenda Heyva Sor a Kampa Serdem a Şehbayê Mecdolîn Zêno li ser şert û mercên xwebatên xwe rawestiyan û got ku li gorî derfetên kêm di salek û nîv de  nêzî 7 navendên xwe li Şehbayê vekirine û lê ji ber deman kêmin nikarin zarokan tedawî bikin. BI DÎMEN   *Endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Husên bal kişand êrîşên li hemberî Hêrema Federal a Kurdistanê û Sûriyeyê û wiha got: "Serhildana gelê Başûr a li hemberî dagirkeran dê gaveke ber bi yekîtiyê ve veke." BI DÎMEN   * Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl, 2 jinên ku li Hesekê hatin qetilkirin şermezar kir û diyar kir ku dema jin li dijî pîvanên civakî derdikevin tên qetilkirin û divê bi perwerdê rê li ber qetilkirin û şîdetê bê girtin.   *Jinên ku li Bazara Jinê ya Jiyanê esnaftiyê dikin, li hemberî krîza aborî bi bertekin û diyar kirin ku ji bo parastina cihê xwe ya di nav pazarê de di nav têkoşînê de bûn û niha jî li dijî krîza aborî li ber xwe didin. Jinan wiha got: "Ji ber buhabûnê em deyndarin. Em tenê dikarin debara xwe ya rojane bikin. Êdî derfeta tu kesî nemaye ku tiştek bistîne. Divê bi lezgînî krîza aborî bê çareserkirin.” BI DÎMEN   *Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ardil Çeşme û 29 çalakvanên rojiya mirinê û bi hezaran çalakvanên greva birçîbûnê, çalakiya xwe bi dawî kirin. Ardil, di nameya xwe de wiha got: "Dayikên me bi me re qedera welatekî afirandin. Em ê rêwitiya xwe bidomînin. Ger mirov bi cesaret be dê daxwazên xwe pêk bîne. Tenê netirsin, wêrekî azad dike."   *Li Şemrexê li Ergun Adsay ê ku 3 xwişkê hev, 4 zarok du salan bi îstîmara zayendî û îşkenceyê lê rû bi rû hişt, 50 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê ceza xera kir, ewil tahliye da û piştre jî biryara beratê da.   *Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku piştî OHAL’ê jî dijhiqûqî didome û bi taybet azadiya gerê ya hilbijêr, akademîsyen û rojnamegeran beşek mezin a civakê tê astengkirin û divê demildest dawî li van pêkanînan bêanîn.   *Parêzer Esra Akgun bertek nîşanê biryara ‘nefeqeya bêdem’ a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê da û got wê biryar mexduriyetên cidî ava bike û wiha got: “Zextên malbat, xizm û eşîran, li aliyê din jî zextên aborî. Ji her alî de jin tên dorpêçkirin. Di biryara destberdana jinan de wê bandorek cidî bibe.”