'Li girtîgehê ji bo zarokan divê raya giştî bê avakirin' 2019-07-07 09:05:14   Medine Mamedoğlu   MÊRDÎN - Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî li Vesîle Yuksel salek û 10 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Vesile Yuksel a ku her du zarokên xwe ketibû girtîgehê, hat tehliyekirin. Vesîleya ku hat tehliyekirin got:"Li girtîgehê em gelek zehmetiyan rû bi rû hatin hiştin. Bi sedan zarok û dayikên wekî me hebûn. Li girtîgehê ji bo zarokan divê raya giştî bê avakirin."   Li Mêrdînê di Sibata 2017'an de Vesîle Yuksel ji ber parvekirinên medyaya civakî bi îdiaya "Propagandaya rêxitinê kiriye" hat binçavkirin. Li dadgehê pirsa "PKK rêxistinek terorî ye?" hat pirsîn. Vesîle bersiv da vê pirsê û got "Na". Piştî vê bersivê li Vesîle Yuksel 1 û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî ceza hat erêkirin Vesîleyê tevî her du keçên xwe yên bi navê Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta ya 5 salî ket girtîgehê. Di 15'ê Çileyê de cezayê Vesîleyê qediya lê ji ber ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê "Cezayê dîsîplînê" lê hatibû birîn, nehatibû tehliyekirin. Vesîleya ku di 4'ê Tîrmehê de bi keça xwe Arîn re ji girtîgehê derket ji aliyê keça xwe Avesta ya 7 salî hat pêşwazîkrin. Avesta xweşişka xwe Arînê pêşwazî kir û hembêz kir.    'Zarokên min gelek zehmetî kişandin'   Vesîleya ku anî ziman wan gelek zehmetî kişandine wiha got:"Di girtîgehê de zarokê min gelek zehmetî kişandin. Dema zarokên min li deriyê koguşê dixistin gardiyan dihatin bi wan re dixeyidîn. Gardiyanan carekê li ber keça min Arînê gotin "Em xwarinê nadin zarokan". Keça min hefteyekê nikaribû ji bin bandora vê gotinê deketa. Pênûs, lênûsk û alavên ji bo zarokên min dihatin ji aliyê îdareya girtîgehê ve nedihat dayin."   'Arînê herî zêde bertek nîşanî dirêjkirina cezayê min da'   Vesîleyê da zanîn ku ji ber cezayê dîsîplînê 5 meh û nîvan cezayê wê hatiye dirêjkirin û wiha got:"Arînê her bi gardiyan re şer dikir. Digot hûn çima me dernaxin. Du cara cezayê dîsîplînê dan min. Carekê jî ji ber ku Arînê pê li gihayê kir bi wê qêriyan. Zaroka min jî giriya. Wekî ku min ji keça xwe re gotibe, bigirî ji min re girtek girtin. Dîsa min dikira Avesta bibira bijîşkên dirana li nexweşxaneyê keça min muayene nekirin, tenê gotin em ê derman bidên. Min ev yek qebûl nekir û min bertek nîşan da. Ji ber vê yekê jî ji bo min girtek girtin.    'Em derketin lê îşkenceya sîstematîk didome'   Vesîleyê da zanîn ku gelek dayik û zarok li girtîgehan de ne û wiha got:"Arînê gelek zehmetî li girtîgehê kişand. Zextên derûnî li ser me her tim hebû. Tiştên ku keça min dixwest nedianînin. Em derketin lê hîn li girtîgehan îşkenceya sîstematîk didome. Gelek dayikên ku cezayên muebetê girtine hene, gelek dayikên ku zarokên wan li derve li benda wan hene. Kesên li wir girtîgehê heq nakin. Li girtîgehê em gelek zehmetiyan rû bi rû hatin hiştin. Bi sedan zarok û dayikên wekî me hebûn. Li girtîgehê ji bo zarokan divê raya giştî bê avakirin. Divê ji bo bi sedan zarok û dayikên li girtîgehan tiştek bê kirin."   Avesta: Em êdî qet ji hev naqetin   Avesta her dayika xwe maç dikir û digot "Em êdî qet ji hev naqetin.