Komcivîna Navneteweyî ya ji bo darizandina DAÎŞ'ê didome 2019-07-06 14:20:38   QAMIŞLO -  Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", ya li Qamişloyê hat lidarxistin, didome.   Yekemîn Komcivîna Navnetewî bi armanca dadgehkirin û darizandina Çeteyên DAIŞ'ê bi pêşengitya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk  (NLRS) bi tevlîbûna bi dehan Akademisyan, lêkolînvan, rewşenbîr, siyastmedar ji deweletên Navnetewî û Rojhilata Navîn,li hola Beylesan a Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê didome. Piştî hin şahîdên zindî yên qurbaniya terora DAIŞ'ê guftugoh kirin, ji mêvanên amade axaftin hatin kirin.   Li ser navê Rêveberiya xweseriya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan destpêkê bi xêr hatina tevahî mêvanên amade û gelê têkoşer, berxwedêr kir û wiha dom kir: "Li darxistina komcivînê divê dema bi wate wê encamên pir giring bi xwe re bîne. Rastîya têkoşîna li ser vê axê ketiye sala 9'emîn. Em hin tiştan nikarin bînin ser ziman,  lê bi dîtina dîmen û şahidan  hin rastî hat jiyîn û hemû cîhanê dît. Gelê Rojava ku 11 hezar şehîd dan di şerê li dijî terora DAIŞ'ê de. Em têkoşîn û berxwedana xwe didomînin, di 23'ê Adarê de DAIŞ xelas bû, di aliyê Erdnigarî de, lê belê hîn têkoşîna me li dijî terora DAIŞ'ê didome. Hemû pêkhateyên gel bi hêrs û vîna xwe bûn hêzek li hember teror û hovîtiya DAIŞ'ê. Wekî gel têkoşîna me li ser bingeha netewa demokratîk didome. Ji bo ku em stratejiya xwe ava bikin, bi hemû awayan vê xakê paqij bikin."   'Soza destpêkê a şoreşa bi jinan re me dabû, carek din nû dikin'   Bêrîvanê wiha dom kir: "Berxwedana ku li ser vê axê hat kirin bi taybet ya jinê ku di bin sîwana YPJ'ê xwe bi rêxisitn kir, em deyîndarê berxwedana YPJ/YPG'ê û QSD'ê  ne.  Bi taybet YPJ  pêşengê jinan bû, ya herî êş dît jî  jin bû. Wek Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk soza me bi jinan re em ê berxwdana xwe bi hev re bidomînin. Soza ku destpêka şoreşê me bi hev re da em ê îro bidomînin, bi belge û şahidan zêdeyî  5 milyon insan li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zilm dîtine û pêşiya çavên wan divê ku çeteyên DAIŞ'ê werin dadgeh kirin."    'Mafê netewên li Bakur û Rojhelatê Sûriyê ye ku bê tirs bijîn'   Endamê Kongrês ê Emerîkî yê Berê Tûmas Garêt jî wiha got: "Gotinek berê heye ku dibêje 'divê tu hevalê xwe tenê nehêle', di vê herêmê de  tiştê em dikin em fêm bikin. Zarok ji çi netewî be, pêwîstiyên zarokan cil, av, xwarin, hezkirin, ev bi giştî nirxên wan yê xwezayî ne. Ji bo giştî insanan. Mafê her mirovî heye ku bijî. Êrîşên giran li ser  çanda Sûriyanî, Kurd, Ereb, Ermenî hat kirin. Eger em siyaseta xwe li gorî mafê mirovan bimeşin, em van nirxan biparêzin ji bo şehîdên YPJ/YPG'ê û QSD'ê ku xwîna xwe rijandin û mafê tevahî mirovahiyê ji terorê parastin. Dema Tramp got 'em ê xwe bikşînin ji Rojava ez aciz bûm, tiştê ku ez îro karim bikim  û em hemû bikin em ji bo gelê li vê herêmê têkoşîn bikin. Divê tevahî gelê li vê herêmê bi hev re bê tirs bijîn."   'Têkiliya Terorê û Tirkiyeyê eşkere  ye'   Her wiha nivîskar û lêkolîvanê  di felsefeya Siyasî de ji Fransayê Batrîs Franşîska jî diyar kir ku ew ê bi tevahî hêza xwe pitşgiriyê bidin hêza YPJ/YPG'ê û QSD'ê di şerê ku li dijî terorê da meşandin û wiha got: Têkiliya Tirkiyeyê û Terorê eşkere ye, em vê xeteriyê dibînin ne tenê li ser Rojava, lê belê li ser tevahî cîhanê. Heta dawiyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û em ê piştgiriyê bidên."   Her wiha Hevserokê Meclîsa Rêveber  ya herêma Firatê Enwer Muslim li ser navê Rêveberiya Xweseriya Şengalê Husên Hecî  û gelek kesên din axivîn û balkişandin li ser girîngiya dadgehkirina Çeteyên DAIŞ'ê.   Her wiha komcivîna navneteweyî dewam dike.