4’emîn Konferansa Tendirustiyê bi dawî bû 2019-07-06 10:17:07   MEXMÛR - 4’emîn Konferansa Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi hilbijartina Rêveberiya nû ya ku ji  18  endaman pêk tê bi dawî bû.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdi (Mexmûr) 4’emîn Konferansa Tendirustiyê ya ku ji du salan carekê pêk tê, îsal jî bi dirûşam "Civakek bi tendirust, bi rêbertî û îradeyek azad pêkan e" hat lidarxistin. Konferans bi beşdarbûna 200 delegeyan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji bo rêveberiya nû 18 kes hatin hilbijartin. Piştî axaftina vekirinê û rapora du salan ya xebatên Tendirustî, rewşa sîyasî û rêxistinî hat giftogokirin.   Piştî guftofokirina rewşa rêxistinî rêzikname û pêşnûme biryar hat xwendin, piştî xwendina pêşnûmebiryarê, rêveberiya nû ya ku ji 18 endaman pêktê hat hilbijartin û ji endamên ku hatine hilbijartin re merasîma sondxwariê hat li darxistin.   Piştî merasîma sondxwarinê axaftina bidawîkirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Wargeha Mexmûrê Huseyn Kara ve hat kirin. Huseyn got: “Kesayetên ku bû sedem em bigihêjin astek bilind, em bi rêzdarî bir tînin.    Ji bo pirsgirikên giştî yên tendirustiyê ev konferans girîng bû. Li vê derê nîqaşên pir berfireh  hatin kirin di vê konferansê de ji bo civaka me pirsgirêkên tendirustî hatin bersivandin. Hemû havalên ku li vê derê hatine hilbijartin em jê re serkeftinê dixwazin. Hemû hevalên ku di vê konfaransê de peywir girtine keda wan sax be. Di dawî de jî ez vê konfaransê li Rêbertî, Şehîdên tevgera azadiyê, civaka Mexmûrê û  hemû delegeyên amade pîroz dikim û serkeftin be."   4’emîn Konferansa Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.